Bi dengên ‘şer’ ên sê partiyan tezkere hat qebûlkirin

Li Meclîsa ku ji bo tezkereya şerê Iraq-Sûriyeyê bigire dest kom bû, ji derveyî HDP’ê bi dengên partiyên din tezkere hat qebûlkirin.

Li Meclîsa ku ji bo tezkereya şerê Iraq-Sûriyeyê bigire dest kom bû, ji derveyî HDP’ê bi dengên partiyên din tezkere hat qebûlkirin.

Tezkereya Iraq-Sûriye ya destûrê hikûmetê ku li derveyî welêt operasyonê pêk bîne û leşkeran bişîne li Desteya Giştî ya Meclîsê hat qebûlkirin.  AKP, CHP û MHP’ê dengê, 'erê', HDP’ê jî dengê 'na' bi kar anî.

Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken beriya dengdana tezkereyê ku ji ANF’ê re axivî got ku bi tezkereya operasyona derveyî welêt re komkujiyên Roboskî û Zergelê pêk hatine û wiha dewam kir: "Destên li Meclîsê rabin jî, li hember dîrokê aşkera tê wateya ku dibin hevkarê komkujiyên nû yên Roboskî û Zergelê yên AKP niha plan dike.”