Bi deh hezaran kes li Ewropayê ji bo Efrînê daketin qadan

Li gelek bajarên Ewropayê bi deh hezaran Kurdistanî û dostên wan, êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê şermezar kirin.

Çalakî ji aliyê platformên piştgiriya Efrînê ve hate organîzeirin û xwedî li berxwedana Efrînê hate derketin.

STOCKHOLM: Li paytexta Swêd Stockholmê, Kurdistanî, Tirkiyyeî, Latîn Amerîkî, Swêdî, Îranî, Iraqî, Afrîkayî, Asûrî-Suryanî, Ermenî û ji gelên xwecihî yên Swêdê Samî, bi banga 'Komîteya Piştgiriya bi Efrînê re' daketin qadan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin. Xwepêşandan saet 13'an li meydana Norra Bantorgetê dest pê kir û dewleta Tirk û çeteyên wê bi hêrseke mezin hatin şermezarkirin. Qisekeran li vê derê bang li hikumeta Swêdê, Yekîtiya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî kirin ku nebin hevparê komkujiyên ji aliyê rejîma Erdogan ve tên kirin û li ber bomberdûmana li ser Efrînê rabin. Piştî axaftinan bi deh hezaran kes bi qîrîna dirûşmên "Kujer Erdogan, durû Pûtîn", "Bijî berxwedana Efrînê" heta ber meydana Medborgaplatsenê meşiyan. Alîkara Şaredarê Stockholmê Ann-Margarethe Lîv li vir axivî û got, "Em ê destûrê nedin ku destketiyên li Rojava yên bi keda bi hezaran şehîdên Kurdan hatine afirandin ji holê bên rakirin û em ê nehêlin ku Efrîn were dagirkirin." Lîderê Partiya Çep Jonas Sjostedt jî bi bîr xist ku çeteyên DAÎŞ'ê ji aliyê YPG/YPJ'ê ve hatine têkbirin û gt "Cîhan tev mînetdarê we ye." Sjostedt bang li Wezîra Karên Derve ya Swêdê jî kir ku ji ber êrîşa li ser Efrînê bang li Sefîrê Bilind ê Tirkiyeyê bike û dewleta Tirk şermezar bike. Çalakî piştî sê saetan bi dirûşmên dijî dewleta Tirk qediya.

RENNES: Li bajarê Rennes ê Fransayê, bi hezaran kes bi qîrîna dirûşma "Dîktator Erdogan" meşiyan. Çalakgeran nerazîbûn nîşanî bêdengiya hêzên navneteweyî dan û dirûşmên "Kujer Erdogan", "Dîktator Erdogan", "Bijî berxwedana Efrînê" meşiyan. Di meşê de li ser komkujî û hewldana dagirkeriyê ya dewleta Tirk hatin belavkirin û bi dowîzan, helwesta welatên Ewropayê şermezar kirin. Di dawiya meşê de li meydana Şaredariyê mîtîng hate lidarxistin.

MARSÎLYA: Li bajarekî din ê Fransayê li Marsîllyayê ji ber meydana Vîeûx-Portê heta ber avahiya Konsolosxaneya Rûsyayê meşek hate organîzkirin. Girseya gel dirûşmên "Efrîn wê ji Erdogan re bibe goristan", "Ciwn canfedayê Apo ne", bi alên YPG/YPJ, PYD û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. Li dû meşê, bi deqeyeke rêzgirtinê mîtîngê pêk hat.

OSLO: Li paytexta Norwêc Osloyê, bi hezaran kes ji ber stasyona trenê heta avahiya Wezareta Karên Derve meşiyan. Di mîtîngê de qisekeran gotin, êrîşa li dijî Efrînê ne tenê li dijî YPG û YPJ'ê ye, her wiha li dijî tevahiya Kurdan e û divê Kurd bi rengekî topyekûn li ber xwe bidin. Tevî nûnerên "Komîteya Dîplomasiya Hevpar" a ji 15 partiyên cuda yên Kurd pêk tê, nûnerên partî û rêxistinên civakî yên sivîl ên Norwêcî jî tevlî meş û mîtîngê bûn. Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê her wiha li Stavanger, Bergen, Lîllehammer, Fredrîkstad û gelek bajarên din ên Norwêcê hatin şermezarkirin.

TRONDHEÎM: Li bajarê Trondheîm ê Norwêcê bi heman armancê meş û mîtîngek pêk hat. Tevî desteka partiyên Norwêcî bi sedan kes tevlî mîtîngê bûn. Nûnerên Partiya Çep Sosyalîst (SV), Partiya Sor, Partiya Keskan û Platforma Piştgiriya Bi Kurdistanê re axivîn.

EDÎNBÛRGH: Li bajarê Edînbûrgh ê Skoçyayê, ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de dirûşmên "Faşîst Erdogan", "Terorîst Tirkiye", "Bijî YPG û YPJ" hatin qîrîn.

AMSTERDAM: Li paytexta Hollanda Amsterdamê, 10 hezar kes bi heman armancê meşiyan. Tevî posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK, PYD, YPG û YPJ'ê pankartên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk hatin hildan û li Meseûmpleînê mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de hat destnîşankirin ku hewldana ji bo dagirkirina Efrînê teqez wê bişikê.

FREÎBÛRG: Kurdistanî li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê meşiyan. Nêzî 500 kes tevlî çalakiyê bûn û ji ber avahiya şaredariya bajêr heta navenda bajêr meşiyan.

ROSTOCK: Li bajarê Rostock ê Elmanyayê, Kurdan dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin. Bi vê armancê nêzî 400 kes bi alên YPG û YPJ'ê meşiyan.

VATÎKAN: Li Vatîkanê jî Retî Kurdistan pankarta bi nivîsa "Em naxwazin Erdogan li Îtalyayê bibînin" çalakî kirin.

PÎSA: Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê li bajarê Pîsa yê Îtalyayê hatin şermezarkirin. Nêzî du hezar kes tevlî meşê bûn û komên çep, sosyalîst û komunîst pêşengî ji çalakiyê re kirin. Di meşê de bêdengiya Ewropayê ya li hemberî çalakiyan hate şemezarkirin.

MÎLANO: Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Mîlano yê Îtalyayê dijîn, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin. Di çalakiyê de dirûşmên "Kujer Erdogan, destên xwe ji Efrînê vekişîne", "Duh Hîtler, îro Erdogan", "Bijî berxwedana Efrînê hatin qîrîn. Bi hezaran kesên li meydana Tiyatro li hev civiyan, posterên Erdogan şewitandin.

PARMA: Li bajarê Parma yê Îtalyayê ji bo şermezarkirina dewleta Tirk çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Kujer Erdogan destên xwe ji Efrînê vekişîne" hate vekirin.

BRENGENZ: Li bajarê Brengez ê Awûstûryayê, Kurdistanî û dostên wan li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê meşiyan. Di dema meşê de komeke ji faşîstan xwestin çalakiyê provoke bikin, lê ji wan nehat.

ATÎNA: Ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, li paytexta Yewnanîstan Atînayê bi hezaran kes ji ber avahiya Şaredariya Atînayê heta Konsolosxaneya Tirk ve bi qîrîna dirûşmên "Efrîn", "Dîktator Erdogan" û bi alên PYD, PKK, YPG, YPJ û YNK'ê meşiyan. Girseya gel li ber konsolosxaneya Tirk, dewleta Tirk şermezar kir.