Bi deh hezaran kes beşdarî şahiya BDP û HDP’ê bûn

Bi deh hezaran kes beşdarî şahiya BDP û HDP’ê bûn

Şahiya ku HDP û BDP’ê starta hilbijartina dayî nêzî deh hezaran kes anîn gel hev. Di şahiyê de ku Hevseroka HDP’ê Sebahat Tuncel got ku: “Serdema nû wê bibe sala azadiyan. 2014 wê bibe sala bilind kirina tekoşîna me.”

Partiya Demokratîka Gelan û Partiya Demokrasî û Aştiyê bi şiara “ji Rojava heya Gezî bi Rêveberiyan xweseriya Demokratîk ber bi Jiyana Azad ve dimeşîn” şahiyek pêk anîn. HDP û BDP’ê di şahiyê de bi hevre starta hilbijartinê jî da.

Şahiya ku li Salona Sporê a Sînan Erdem hate pêk anîn bi hezaran kes beşdar bûn. Li salonê pankartên ku HDP’ê danasîn dikirin yên weke “Aştîxwez, ekolojîst, jin, LGBTÎ, kedkar, wekhevparêz, demokratîk, gelperwer, azadîxwez, ji hemû rengan, herî ciwan, partiya rêveberiya cewherî” û pankartên weke, “ji Gezî heya Lîceyê berxwedan berdewam dike, tekoşîn mezin dibe” hatin daliqandin. Li gel wêneyên şoreşgerên ku li Parîs, Gever, Rojava û Roboskî hatin qetil kirin, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ala PKK û Konfederalîzmê hatin daliqandin.

Hevserokên HDP’ê Sebahat Tuncel û Ertugrul Kurkçû li gel Parlementerê Stenbolê Levent Tuzel li salonê bi coşekî mezin hatin pêşwazî kirin. Hevserok bi gerîna di nava salonê de gel silav kirin. Di şahiyê de endamên Navenda Rêveberiya Saziya HDP Û HDK’ê, rêveberên BDP’ê yên bajaran, Serokê Komeleya Çanda Elewî a Hubyar Sultan Alî Kennanoglu, Hevseroka SYKP’ê Tuncay Yilmaz beşdar bûn.

‘CEZA DERBEYE JI BO PÊVAJOYA AŞTIYÊ’

Di şahiyê de yekem Hevseroka BDP’ê a Bajarê Stenbolê Arîfe Çinar axivî. Çinar ku bi bîr xist dema Mustafa Balbay hate berdan lê parlementerên BDP’ê nehatin berdan û cezayê ku dane Sebahat Tuncelê weke derbeyek li hemberî pêvajoya çareseriyê nirxan. Çinar bal kişande ser ne cezakirina berpirsên komkujiya Roboskî jî û got ku, “heya ku berpirsên komkujiya Roboskî neyên ceza kirin nikare ji aştî û biratiyê behis bikin.”

Piştre jî mafê axaftinê Hevserokê HDP’a Bajarê Stenbolê Şamil Altan girt û got ku wê hesaba komkujiya Roboskî bipirsin û nerazîbûn nîşanî cezayê hatiye dayina Sebahat Tuncel kir.

JI BO TUNCEL PIŞTGIRIYEKÎ MEZIN

Hevseroka HDP’ê û Parlementera Stenbolê Sebahat Tuncel bi eleqeyekî mezin û tîlîliyan derkete ser dîkê. 

Tuncel ku bi ragehandina silavên Hevserokên BDP’ê Gultan Kişanak û Selahattîn Demirtaş dest bi axaftina xwe kir. Tuncel got ku ew dikevin salekî nû. Tuncel got, “yên ku di sala 2013’an de biserketîn hêzên demokratîk yên Tirkiyê, Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan û gelê Kurd bi ser ket. Yên ku li Gezî tekoşîn kirin, jin û hevalên me yên girtîgehan bi serketin.”
piştî Tuncel Suavî derket ser dîkê. Bi hezaran kesî hevalbendiya sitranên Suavî dikin.