Bi Covîd-19'ê re li Tirkiyê polîtîkayên tendiristiyê hildiweşin

Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Erden got hewceyî bi zêdetir xebatkarên tendiristiyê, ekîpmanên berevaniya şexsî heye û diyar kir polîtîkayên tendiristiyê bi vê pandemiyê re hildiweşe.

Hevseroka SES'ê (Sendîkaya Kedkarên Tendiristiyê û Sosyal)  Gonul Erden got yek ji kêmasiya acîl û girîng ku xebatkarên tendiristiyê dijîn ew e ku ekîpmanên berevaniya şexsî kêm in, ew ne tenê behsa lepik û maskeyan dikin, ekîpmaniya berevaniya şexsî li gorî nexweşê ku lê dinerin û li gorî peywira ku tê kirin diguhere Erden got ji ber vê kêmasiya ekîmpana berevaniya şexsî li ser jiyana xebatkarên tendiristiyê rîsk çêdibe. Erden got, ''Heta ku mirov xebatkarên tendiristiyê neparêze ne pêkan e ku mirov bikaribe tendiristiya civakê biparêze.''

Erden bi berdewamî got yek ji pirsgirêka wan a mezin ew  e ku xebtkarên tendiristiyê kêm in û domand, ''Xizmeta tendiristiyê jixwe halê hazir bi personlên kêm dihate kirin. Lê bi Covîd-19'ê re ev her ku diçe girantir dibe. Ji ber ku di van serdemên pandemiyê de hem mirovên zanyar û hem jî Rêxistina Tendiristiyê ya Cîhanê dibêje, divê saetên mesaiyê werin kêmkirin, barê kar were sivikkirin, saetên molayê zêdetir bibin, mesaiya zêde were rakirin, nobetên ji bo 24 saaetan divê werin qedexekirin. Ji bo ku ev hemû werin kirin jî hewceyî pê heye ku têra xwe kedkarên tendiristiyê hebin. Lê îro li vê qadê gelek kêmasî hene.'

Li ser daxuyaniya Wezareta Tirk, ku gotî ew ê 32 hezar personelên tendiristiyê bistînin got, ''Hewcehiya bi qada tendiristiyê, divê bi plansaziyeke rojane were tespîtkirin, ku di nav vê plansaziyê de divê rêxistinên tendiristiyê jî hebin. Ji ber ku li kîjan qaddê, li kûderê çi qas kêmasî heye, tespîta vê divê pir zelal be, ev girîng e. Li ser vê tespîtê demildest divê peywirdarkirin çêbibe. Lê ev peywirdarkirin divê xwedî mîsogeriyekê be. Ji ber ku 32 hezar kesên ku behsa wan hate kirin wê bi rengekî bi peymanê werin standin. Ev ne rast e.  Em jixwe ji serî de dibêjin, bi sed hezaran kes hene ku wê vê kêasiyê dagirin, nehatin peywirdarkirin û li derve disekin.''

Erden bal kişande ser xebatkarên tendiristiyê ku bi BHQ'yan ji kar hatine avêtin û got divê zû wan vegerînin ser karê wan.

Hevseroka SES'ê Erden got testên ku ji bo Covîd-19'ê têne kirin li Tirkiyê pir kem in û got,''Di vê hêla vîrûsa koronayê de ya herî krîtîk ew e ku mirov gelek testan bikin, bilez nexweşan teşhîs bike, wan îzole bike û berbelavbûna wê rawestîne. Diviya hijmara testan bihata zêdekirin lê hevalên me di vê mijarê de pir tengezar dibin. Hevalên me yên kedkarên tendiristiyê rasterast temasê bi wan nexweşan re dikin, ku guman li ser wan heye Covîd-19 di wan geriyaye. Bi vê rewşê dixebitin lê mixabin li ser mijara testkirinê gelek kêmasî hene. Kêm xebatkarên tendiristiyê testan dikin.''

Erden bi berdewamî got kedkarên tendiristiyê yên ku temasî nexweşên Covîd-19'ê kirin divê bi rengekî wan bikin karantînayê, ev hem ji bo xebatkarên tendiristiyê dibe rîsk û hem jî ji bo ku testa wan nehatiye kirin û û xebatkarên tendiristiyê bi xwe nizanin dibine sedem ku vîrûsê di hine din jî bigerînin.

Erden her wiha got heta niha li ser 16-17 xebatkarên tendiristiyê vîrûs hatiye tespîtkirin, ev jî nîşan dide ku kêmasî zehf in.

Erden got hemû hewldana wan a xebatkarên tendiristiyê ew e ku vê hêla Covîd-19'ê kontrol bikin, leza berbelavbûnê ya hêlê giran bikin, bi rengekî bikin ku nexweşan rehet bikin, rêjeya mirinê kêm bikin. Erden diyar kir ji 11'ê Adarê û vir ve pêketiyên Covîd-19'ê pir zêde dibin, heke wiha bidome nexweşxaneyên halê hazir wê nikaribin vê hêlê ragirin, dibe ku nivîn, serwîsa lênerîna giran, hijmara cîhazan wê têrê nekin.

Hevseroka SES'ê Gonul Erden herî dawî daxuyaniya Serokê Komeleya Nexweşxaneyên Taybet û Dezgehên Tendiristiyê ya Dr. Reşat Bahat bi bîr xist, ku  Bahat gotibû, bila dewlet dest li ser wan deyne, heta pandemî hebe meşa û hewcehiyên wan dabîn bike, bila hemû nexweşxaneyn wan bi kar bîne. Erden got,''Ev jî encama herî girîng e ku polîtîkaya tendiristiyê ya heta niha krîz rê ve nebiriye. Bi vê pandemiyê re polîtîkayên tendiristiyê yên li Tirkiyê hildiweşin.''