Bi beşdariya ciwanên Elewî li Parîsê Cem hat lidarxistin
Li Dergaha Pîr Sûltan Abdal a li Parîsê, bi beşdariya ciwanên Elewî Cem hat lidarxistin. Beriya Cemê, rê û rêbaz, girîngî û pîvanê Cemê li gorî baweriya Elewiyan, ji ciwanan re hat vegotin.

Li paytexta Fransa Parîsê ciwan li Dergaha Pîr Sûltan Abdal di Cemê li hev civiyan. Perwerdeya li ser vegotina rê û rêbaz, pîvan û girîngiya Cemê, ji aliyê Pîr Riza Yagmûr ve hat vekirin.
Cem a ciwanan ku duh li Parîsê bi tenê hat lidarxistin, tê plankirin ku li gelek herêmên Fransayê were organîzekirin. Cem a ciwanan di destpêkê de ji bo hînkirina çanda Elewiyan ji ciwanan re weke perwerdeyekê ye. Di Cema ku ciwanan eleqeyeke mezin nîşan dan de, bal hat kişandin ser hilbijartinên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê û hat ragihandin ku wê li Ewropayê ji bo van hilbijartinan di 8-31-'ê Gulanê de deng werin bikaranîn. Bang li ciwanan hat kirin ku bi awayekî aktîf cihê xwe di nava vê pêvajoyê de bigirin.