'Bi bedenên xwe re rêya azadiyê ronî kirin'

Komîteya Partiyê ya Rojhilata Navîn a TKP/ML, bi wesîleya 'Şehîdên Meha Gulanê' û '18'ê Gulanê Roja Şehîdan' peyamek weşand.

Komîteya Partiyê ya Rojhilata Navîn a TKP/ML, bi wesîleya 'Şehîdên Meha Gulanê' û '18'ê Gulanê Roja Şehîdan' peyamek weşand.

Di peyamê de hat gotin, "18'ê Gulanê roja azadî û rizgariyê ye! 18'ê Gulanê roja berxwedan û şer e! Rêberê komunîst rêheval Îbrahîm Kaypakkaya yê li zîndanên Amedê li ber xwe da û ser da lê sir neda, namirine. Çar şervanên azadiyê yên bedena xwe dan ber agir rêhevalên Necmî, Eşref, Mahmût û Ferhat namirin! Ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Hakî Karer namire."

'ÎŞKENCE Û ZÎNDANAN NEKARÎ PÊŞÎ LI MEŞA WAN BIGIRIN'

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "18'ê Gulanê roja hilweşandina faşîzmê, dawîanîna li tarîtiyê ye. Roja jîndarkirina xewn û xeyalên azadiyê bi têkoşîna bi berdêla can e. Roja berxwedana bi heybet a şoreşgerên şeva herÎ reş de bedena xwe dan ber agir û xwedî li azadî û ronahiyê derketine ye. Mêtîngerî çiqasî giran, zilm çiqasî hov be, şer û berxwedana li hemberî mêtîngerî û zilmê jî ewçend bi heybet û mezin e. Serdestan her tim hewl dan karker û kedkaran bi mêtîngerî û zilmê bi rêve bibin. Zor li wan kirin ku jiyaneke bi koledarî qebûl bikin. Pêşeng û rêberên şoreş û rizgariyê jî, hewl dan ku azadî û rizgarî ancax bi şer û berxwedanê dikarin pêk werin. Di vê oxirê de jî dayîna her şêwe berdêlan dan ber çavên xwe, şer kirin û li ber xwe dan, bi bedenên xwe re rêya azadiyê ronîkirin. Ne îşkenceyên barbar ên dijmin ne jî zîndanên tarî nekarîbûn li pêşiya rêya wan a bi rûmet a şoreşê bibin asteng. Nekarî xewn û xeyalên wan ên azadiyê zincîr bikin."

Di peyamê de hat gotin, "Îbrahîm Kaypakkaya xet û rêya rizgariyê ye. Hakî Karer û Çar şoreşger, navê nemirina azadiyê ne."