Bexda bi bombeyan hejiya: 33 kesan jiyana xwe ji dest dan

Bexda bi bombeyan hejiya: 33 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li paytexta Iraq Bexdayê, di encama êrîşên bombeyî de herî kêm 33 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 100 kes jî birîndar bûn.

Li herêmên cûda yên Bexdayê, îro bi 13 wesaîtên bombebarkirî êrîş hatin kirin. Êrîş bi giranî li navendên bazar û qelebalix ên herêmên Şîa rû dan. Yek ji êrîşan jî 200 metre li dora Herêma Kesk ku di bin ewlekariyeke mezin de ye, pêk hat. Di teqîna li vir de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes birîndar bûn.

Di êrîşên li gelemperiya bajêr de herî kêm 33 kesan jiyaan xwe ji dest dan, 100 kes jî birîndar bûn. Li gorî hin çavkaniyan jî di van bûyeran de 80 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li Iraqê, di êrîşên meha Tîrmehê de 931 sivîl, polîs û leşker jiyana xwe ji dest dan, 1567 kes jî birîndar bûn.