Hewldana Azadiya Ramanê ya Enqereyê, panela bi navê "Şerê li Sûriye û Rojhilata navîn bi kuve diçe, Divê çi bê kirin?" pêk anî. Di panelê de Parlamenterê BDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk, diyar kir ku kurdên Sûriyeyê ji çavkaniya hêza xwe ya xweser jiyanek azad hilbijartiye. Civaknas û nivîskar Îsmaîl Beşîkçî jî anî ziman ku operasyona herî bi bandor û herdemî li ser "Kurdistanê" pêk hatiye û wiha got: "Ji bo kurdan ji ser ruyê cîhanê perçe bikin û quir bikin kurd perçe kirin û parve kirin."
Hewldana Azadiya Ramanê ya Enqereyê, li Sahneya Meydanê panela bi navê "Şerê li Sûriye û Rojhilata navîn bi kuve diçe, Divê çi bê kirin?" pêk anî. Di panelê de Hîndekara Zanîngeha Hacettepe Sibel Ozbudun, parlamanterê BDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk, Civaknas û Rojnameger Îsmaîl Beşikçî, Nivîskar Temel Demirer û Nivîskar Îhsan Eliaçik amade bû. Di panelê de ewil Sîbel Ozbudun, anî ziman ku li Başurê Sûriyeyê Artêşa Sûriyeya Azad hene herêm qada lojistika artêşê ye.
Civaknas û Nivîskar Îsmaîl Beşîkçî jî anî ziman ku Pergala Emperyalîst li rojhilata navîn operasyona herî bi pergal û her emî li ser "Kurdistanê" dimeşîne. Beşîkçî, anî ziman ku ev operasyona li Kurdistanê tê meşandin bi armanca ku kurdan ji ser ruyê cîhanê qir bikin û tune bikin perçe dikin û parve dikin pêk tê û wiha got:
"Ev operasyon pir aşkere pêk tê. Perçekirina gelê ereb û kurd naşibe hev. Ji Korfesa Basra heta Fasê 22 welatên ereb hene. Ereb perçe bûne. Lê newekî kurdan e. Ji ber ku dixwazin kurdan ji ser ruyê cîhanê qir bikin kurdan perçe dikin û parve dikin. Wekî DYA û NY'ê vî karî dikin.
Parlamenterê BDP'ê yê Mûşê Demir Çelîk, jî anî zima nku Rojhilata navîn ji aliyê dewlemendiyên sererd û binerd de bûye hedefa welatên serdest û wiha got:
"Piştî kurdan xwe nas kir û xwe birêve bir, êrîşên li ser kurdan zêdetir bûn. Heta niha dewletên biçûk xizmeta dewletên emperyalîst kir. Lê ev dewlemendiya li Rojhilata navîn parva van welatên biçûk neketiye. Ev dewlemendî ji aliyê dewletên serdest ve hatiye parvekirin. Kurdên Sûriyeyê ji çavkaniya hêza xwe ya xweser jiyanek azad hilbijartiye û dixwazin êdî xwe bi xwe pêş bikin û nirxên xwe biparêzin."