Bêtehemuliya polîsan li himber meşa 30'ê Îlonê
Bêtehemuliya polîsan li himber meşa 30'ê Îlonê
Bêtehemuliya polîsan li himber meşa 30'ê Îlonê
Afîş û pankartên têkildarî meşa 30'ê Îlonê ya ji aliyê Rêxistina BDP'ê ya Amedê ve bê lidarxistin ji aliyê polîsan ve bê ku tu sedem bê nîşandan hatin rakirin.
Afîş û pankartên ji bo meşa 30'ê Îlonê ya ji aliyê Rêxistina BDP'ê ya Amedê bi dirûşmaya "Ji Ocalan re azadî ji kurdan re statu" bê lidarxistin hatibûn daliqandin ji aliyê polîsan ve bi awayekî kêfî hatin rakirin. Li gorî agahiyên hatin wergirtin afîş û pankartên ji bo bangawaziya meşê li gelek deverên bajêr hatin daliqandin, lê piştî demekê şûnde ji aliyê polîsan ve hatin rakirin.
Hat diyarkirin ku polîsan ji bo rakirina afîş û pankartan tu agahî nedane Rêxistina BDP'ê ya Amedê.