Beştaş: AKP'ê dest bi operasyoneke nû ya qirkirina siyasî kir

Beştaş: AKP'ê dest bi operasyoneke nû ya qirkirina siyasî kir

Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP'ê Beştaş diyar kir, ku AKP'ê di nava mehekê de zêdeyî 500 Kurd girtiye û destnîşan kir ku ev yek, destpêka operasyoneke nû ya qirkirina siyasî ye. Beştaş got, "Divê em her tim li dijî binçavkirin û girtinan derkevin" û anî ziman ku wê operasyonên qirkirina siyasî qebûl nekin û bi berxwedanê bersivê bidin. Li gorî Beştaş; Hikûmeta AKP dixwaze, mirovên girtiye bi awayekî dijî hiqûqê, darizandina wan li gorî 'pakêta ewlekariyê' ya nû bike.

Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP'ê parêzer Meral Daniş Beştaş, operasyonên qirkirina siyasî ji ANF'ê re nirxand.

2137 BINÇAVKIRÎ, 530 GIRTIN

Beştaş ragihand, ku li gorî lêkolînan li dû çalakiyên destekkirina Kobanê di nava mehekê de, li Bakurê Kurdistane û Tirkiyeyê 2137 kes hatine binçavkirin, herî kêm 530 kes hatine girtin. Beştaş diyar kir ku ev bîlanço ya hefteya derbasbûyî ye.

Beştaş got, "Li dijî Kurdan starta operasyoneke nû ya qirkirina siyasî hatiye dayîn" û anî ziman ku ev operasyon di rastiyê de qet nesekinîne. 

Beştaş da zanîn ku li dû protestoyên Kobanê, hikûmeta AKP'ê ji bo sûcên xwe veşêre dest bi operasyoneke nû ya qirkirina siyasî kiriye û got, "Di berxwedana Kobanê de bi mîlyonan kes li derve bûn, li kolanan bûn û serhildaneke rastî ya civakî hebû. Ji bo ev neyê dîtin, ji bo pêkanînên xwe veşêre AKP'ê ev operasyon xist dewrê. Em bi vî rengî dibînin."

Beştaş di dewama axaftina xwe de got, "Li dijî sivîlan ne tenê di 6-8'ê Cotmehê de; bi gulereşandina hêzên ewlekariyê gelek mirovan jiyana xwe ji dest dan. Gelek hêz xistin navberê; cerdevan, nîjadperest, hin rêxistinbûyînên faşîst. Bi vî rengî rê li ber mirina bi dehan mirovî vekirin. Ji Kadrî (Bagdû) heta Kader (Ortakaya), her wiha zarokekî 8 salî hat kuştin. Bêyî girtina kujerên van, vekirina lêpirsînê, girtina mirovan a bi hinceta beşdariya li xwepêşandanê, meşê û qîrîna dirûşmeyan, hewldana veşartina rastiyane, dûrxistina rastiyan ji çavê raya giştî ye. Rewşeke bi vî rengî heye, haya her kesî jê heye. Siyaseta Kurd jî, HDP jî, hêzên demokrasiyê jî polîtîkayên AKP'ê vedibêjin, kifş dikin lê belê hikûmet gotinên xwe, bi medya di destê xwe de vediguherîne rêyeke mezin a propagandayê. Hewl dide bi gel jî vê bidin qebûlkirin. Lê heqîqet biryardar e, nikarin veşêrin."

'DIXWAZIN BI RÊBAZA BERÊ ENCAMEKE NÛ BI DEST BIXIN'

Beştaş ragihand ku di salên 90'î de jî rêbaza bingehîn a li dijî Kurdan hat bikaranîn, operasyonên bi heman rengî yên qirkirina siyasî bûn û got, "Em bi israra di şaşitiyê de, di ya berê de rû bi rû ne. Hikûmet dixwaze bi rêbaza berê encamên nû bi dest bixe, lê ev yek di siyasete de jî di hiqûqê de jî bersiva xwe nîne."

'PAKÊTA EWLEKARIYÊ XISTINE MERIYETÊ!'

Li gorî Beştaş; Hikûmeta AKP dixwaze darizandina kesên girtî ye bi awayekî bê hiqûqî bi 'pakêta ewlekariyê' ya nû bike û got, "Şêweyê polîtîkaya AKP'ê ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Destpêkê bingehê amade dike, li gorî xwe dest bi propagandayê dike. Mînak; 6-7'ê Cotmehê her li ser zimanê AKP'ê ye. Halbûkî dewletê êrîş nekiribûya, bêvila kesî jî xwîn nedibû. Eger dewlet êrîş neke provokasyon nîne; ev hatiye tecrûbekirin. Li her devera cîhanê wiha ye. Di 1'ê Mijdarê de dest li çalakiyan wernedan û bi mîlyonan kesî daxwazên xwe anîn ziman. Divê her kes vê rastiyê bibîne û li gorî wê helwestê nîşan bide. 'Pakêta ewlekariyê' ya neketiye meriyetê, dixwazin bi vî rengî bixin meriyetê. Destpêkê digire, dûre pakêtê tînin, wê darizandinê jî li gorî vê bikin. Ev yek îspat dike ku ji îdîaya dewleta hiqûqê hatiye dûrketin, bûye dewleta qanûnê. Dewletek ku qanûnan li gorî kêfa dilê hikûmetê diguherîne heye. 'Dewleta Qanûn' gelekî xetere ye. Ev pakêt li ser daxwaza hikûmetê gihaştiye qonaxeke ku azadî û ewlekariya jiyanê ya gel ji holê radike. Niha operasyon dane destpêkirin û bi lez û bez girtinan dike. Ev yek starta pakêta ewlekariyê ye. Bi kevirekî dixwazin li du çûkan bixin, lê ew kevir wê vgerin û li wan bikevin!"

'GIRTINA ZAROKAN ZORÊ DIDE SÎNORÊ XWERAGIRTINÊ'

Beştaş diyar kir ku ji 530 girtiyan beşeke girîng zarok in û got, "Piştî sala 2007'an gelek zarok hatin girtin û li her devera cîhanê weke 'zarokên kevir avêtine' derbasî nava dîrokê bûn. Hikûmetê hingî bi guhertina çend qanûnan re beşek jê serbest berda; beşek jê li Pozanti rastî destavêtinê hatin! Niha heman rêbazî dixin meriyetê. Tirkiye bi vî rengî Peymana Mafên Zarokan a bi xwe îmze kiriye, înkar dike. Biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) înkar kiriye. Ev pêkanînên li dijî zarokan, zorê didin sînorê xweragirtinê."

'WÊ BÊN KUŞTIN!'

Beştaş nerazîbûn nîşan da, ku li dijî bikaranîna molotof kokteylê erka bikaranîna çekê ji polîs re tê dayîn û got, "Wezîrê Karên Hundir pariyê di devê xwe de derrxist û got, 'Wê molotof weke çekekê bersivê bibîne'. Yanî got, 'Wê bê kuştin'. Di hiqûqê de wergera vê ev e. Cezayên giran ji xwe hene. Ji bo pakêta ewlekariyê rewa bikin, zimanekî din bikar tînin. Tevî ku hesabê kuştinên niha napirsin, wê rê li ber mirinên nû vekin."

'EM PÊŞNIYARÊ LI AKP'Ê DIKIN KU NAKOKIYÊ ZÊDE NEKE'

Beştaş ragihand ku AKP'ê bi van girtinan re rê li ber nakokiyên mezin vekir û got, "Em pêşniyar lê dikin ku van nakokiyan zêde neke. Gotina 'em xwedî li pêvajoyê derdikevin' ku her roj tê bilêv kirin, nîşan nade ku hikûmet bi biryar e. Gavên bi wêrekî pêwîst in. Kobanê parçeyek ji çareseriyê ye. Mîna her du aliyê sêvekê ne."

'EM Ê BI BERXWEDANÊ BERSIVÊ BIDIN!'

Beştaş da xuyakirin, ku ew ê operasyonên qirkirina siyasî qebûl nekin û mîna heq dike bi berxwedanê bersivê bidin. Beştaş diyar kir ku yek ji rêyên girîng ên siyaseta demokratîk daketina kolanan a gel û afirandina mekanîzamaya zextê ye û destnîşan kir ku ji ber hikûmet dibêje 'dernekeve kolanan' ew ê dest ji kolanan bernedin. Beştaş got, "Banga me ya kolanan rast bû. Em ê dest ji vê bernedin. Bila yên ku kolanan vediguherînin gola xwînê li vê bifikirin. Ew bi xwe nîvê şevê saet di 03:00 de jî mîtîngê dikin."