Beştaş: 200 hezar mirovî di nava lepên mirinê de dihêlin
Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş destnîşan kir, ku AKP-MHP 200 hezar girtiyî di nava lepên mirinê de dihêlin.
Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş destnîşan kir, ku AKP-MHP 200 hezar girtiyî di nava lepên mirinê de dihêlin.
Serokwekîla Koma HDP'ê ya Parlamentê Meral Daniş Beştaş têkildarî pêşnûme qanûna înfaza ceza ku li meclîsê tê nirxandin, daxuyaniyek da çapemeniyê.
Beştaş bi bîr xist ku paketa înfaza ceza bi Covîd-19 re hate amadekirin û got, "Em zanin ku bi taybetî hevkarê biçûk ê desthilatdariyê ji bo hinekan daxwaza efûyê dike. Ji xwe rayedarên partiya desthilatdar li Civata Giştî li vê yekê mikur hatin. Gotin, 'Pakêta me 6 meh in amade ye', lê belê ev pakêt ne 6 meh in, lê bi salan e amade ye. Û parçeyekî lihevkirinê ye.
Di nava pêşnûmeya ji 70 xalî de tenê xalek têkildarî korona ye.
Tenê bi 3 xalan mirov dikarin mafê jiyanê yê 295 hezar girtiyên li girtîgehan biparêzin.
Di rewşekê de ku Tirkiye bi temamî li malê girtî ye, ti girtî û hikumxwar nareve.
'200 HEZAR MIROVÎ DI NAVA LEPÊN MIRINÊ DE DIHÊLIN'
Ji aliyekî ve bi lez û bez hewl didin 90 hezar mirovên girtî berdin, li aliyê din jî jiyana 200 hezar mirovî jî dixin nava metirsiyeke mezin. Ji her kesî jî dixwazin ku li vê pêvajoya mirinê temaşe bikin. Na, em ê temaşe nekin ji ber ku heta niha cenaze ji girtîgehan derdikevin ku yên eşkere bûne 2 kes in, lê îdîayên cuda jî hene. Nexweş hene, extiyar hene, yên ku nikarin li xwe binerin hene, yên astengdar hene, jin ên bi zarok hene, zarok hene. Bi cihêkariyeke mezin van mirovan di nava lepên mirinê de dihêlin.
Desthilatdarî rojeva xwe pêk tîne û saziya qanûndanînê dixe nava metirsiyeke mezin.
Meseleyeke ku bi xalekê dikare bê çareserkirin bi hefteyane em nîqaş dikin.
Yên ku bûne sedema mirinê û birîndarkirinê tên berdan, lê belê rojnamevan nayên berdan.
Di nava vê qanûna efûyê de cih ji gotin, raman û îfadeyê re nîne.
Ji ber ku tenê qibleyeke wan heye, ew jî; em xwe ibparêzin, desthilatdariya xwe nexin metirsiyê, nehêlin ku gotin li dijî desthilatdariya me bê gotin.
Berpirsyarê her cenazeyê ji girtîgehê derkeve wê her kesên ku mohra xwe danîne binê vê paketê bin."