Besê Hozat wê bazariya ku dewleta Tirk li ser Îmraliyê kiriye, eşkere bike

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat di hevpeyvîna xwe de daxuyaniyên girîng dide, ku wê îro êvarê li Medya Haber TV bê weşandin.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat ji Medya Haber TV re axivî û têkildarî hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi parêzer û malbatê re yekemcar bazariyên ku dewleta Tirk dike, eşkere dike.

Besê Hozat bûyerên dawî yên siyasî jî dinirxîne.

Bernameya taybet a ku bi Besê Hozat re hate amadekirin bi dema Ewropayê saet di 19:00, bi dema Amedê jî saet di 20:00 de wê li Medya Haberê bê weşandin.