Berxwedêrên xwerêveberiyên Bakur li Swêdê hatin silavkirin
Zêdeyî hezar Kurdistaniyên li bajarê Swêd Orebro dijîn, ji bo şermezarkirian êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê û silavkirina berxwederên xwerêveberiyê çalakiyek lidar xistin.

Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Orebro, Kurdistaniyên ji çar parçeyên Kurdistanê bi dirûşma "Piştgiriya ji bo berxwedêrên xwerêveberiya li Kobanê, Bakur û Şengalê" li navenda bajêr li hev civiyan û terora dewleta Tirk şermezar kirin.
Siyasetmedarê Kurd Mûstafa Sarikaya li vir peyivî û destnîşan kir ku serketinên li Kobanê û Şengalê wê li Bakur bidomin. Sarikaya bal kişand ser girîngiya pêkhatina yekîtiya neteweyî ya Kurdan û bang li hemû Kurdistanî û dostên wan kir, ku desteka xwe ya ji bo berxwedana xwerêveberiyên li Bakur zêde bikin.
Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Orebro Ridvan Altûn diyar kir ku li Kobanê, Şengal û Bakur, bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şoreşeke mirovahiyê tê jiyîn û da zanîn ku ji bo destekirina van şoreşan ew ê hîn bêhtir bikevin nava hewldanan.
Piştî nîşandana sînevîzyonê, hunermend Dilşad Hewlêrê, Narînxan, Sîmar û Berfo derketin ser dikê û bi berhemên xwe re xwerêveberiyên demokratîk silav kirin.