Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê têne bibîranîn

Kurdistaniyên li Ewropayê, berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bi bîr tînin.

Li Graz, Bensheîm, Darmstadt, Montpellîer, Bîel, Basel, Cinêv û Dusseldorfê berxwedêrên 14’êTîrmehê hatin bibîranîn

GRAZ

Li Grazê ya Avûstûryayê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn.

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Hevserokê Civaka Azad Halîs Sever axaftinek kir. Sever got di encama berxwedana 14’ê Tîrmehê de heta bi îro hatine û got, şoreşa li Rojava encama berxwedana zindana Amedê ye.

BENSHEÎM

Li Bensheîm a Elmanyayê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn.

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan Yilmaz Şakar axİvî. Şakar biyografiya berxwedêrên 14’ê Tîrmehê xwend.

Piştre Ramazan Cîngoz axaftinek kir.

DARMSTADT

Lİ Darmstadt a  Elmanyayê jî berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bibîran3in. Hevserokê Meclîsa Gel a Darmstadtê Mehmet Çoban axivî û got, ‘’Li ser mîrateya hevrêyên şehîd li mekanên azad em têne cem hev.’’

Piştî sînevizyonekê bi dirûşmeyan bername bi dawî bû.

MONTPELLÎER

Li Montpellîer a Fransayê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn. Bîranîna bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Siyasetmedarê Kurd Şenol Han, got Berxwedana 14’ê Tîrmehê di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de xwedî cihekî girîng e.

Bername bi sînevizyona derbarê şehîdên 14’ê  Tîrmehê bi dawî bû.

BIEL

Li Bîelê ya Swîsreyê jî berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn.

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî axaftinên derbarê girîngiya berxwedana 14’ê Tîrmehê bîranîna ji bo Fermandarê YPG’ê Mahîr Çiya hate kirin.

Di bernameyê de malbata Çiya jî hazir bû. Li ser navê malbatê û Komîsyona Malbata Şehîdan axaftinek hate kirin. Jiyana têkoşînê ya Mahîr Çiya bi sînevizyonekê hate nişandan û peyamên endamên malbatê yên ji bo Çiya hatin xwendin. Di bernameyê de kesên hazir dilzîz bûn.

BASEL

Li Baselê ya Swîsreyê jî şehîdên Tîrmehê hatin bibîranîn. Bername bi deqey rêzgirtinê dest pê kir. Li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan û CDK’ê axaftin hatin kirin.

CINÊV

Li Cinêvê ya Swîsryê jî berxwedêr hatin bibîranîn.

 Hevserokê CDK’ê û Komîsyona Malbatên Şehîdan axaftinek kirin.

Her wiha li bajarê Frîboûrg û Solothûrnê jî bername hatin çêkirin.

DUSSELDORF

Li Elmanya Dusseldorfê jî berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn. Di bîranînê de siyasetmedarê Kurd Kemal Aktaş axivî, ku ew jî li zindana Amedê mabû û tevlî nav berxwedanê bûbû.

Aktaş got, ‘’Zindana Amedê, dojeha li vê dinyayê bû. Li wir mirovahî, dilrehmî nebû. Şoreşgerên ku serê xwe ji faşîzmê re netewandin, bi tekane çeka xwe, bi bedana xwe heta mirinê li ber xwe dan. Di wê rewşa kambax, êşkenceya sistematik de tim bi coş û moral bûn. Wan bi berxwedana xwe mîrateyeke mezin ji Kurdan re hişt. Niha hê jî bi hêza ku wan dayî me em dimeşin.’’

Di bernameyê de beşdar jî axivîn û bal kişandin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan. Bang hate kirin ji bo ku tecrîd were şikandin çalakiyên karîgertir werin kirin.