Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li Stockholmê hatin bibîranîn

Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê Kemal Pîr, M. Hayrî Dûrmûş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz li bajarê Stockholm ê Swêdê hatin bibîranîn.

Kemal Pîr, M. Hayrî Dûrmûş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz ên bê mirin ku li Girtîgeha Amdê ya Hejmara 5’an ku li dijî hovîtiya darbeya faşîst a 12’ê Îlnonê rabûn, di 36’emîn salvegera şehadeta xwe de li paytext Stockholm a Swêdê bi aktivîteyekê hatin bibîranîn.

Bîranîna ku li lokala Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stockholmê hate kirin, bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir.

Bîranîna ku bi nîşandana sînevîzyonê dewam kir, Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stockholmê Latîfe Cebe axivî û bibîr xist ku berxwedana 14’ê Tîrmehê beriya 36’an destpê kiribû û li çar parçeyên Kurdistanê belav bû û tirsekî mezin xistibû dilê dagirkeran.

Cebe destnîşan kir ku di roja me ya îro de jî gelê Kurd bi ruhê 14’ê Tîrmehê li diî faşîzma AKP-MHP’ê li ber xwe dide û wê heta serketinê jî li ber xwe bide.

Di bîranînê de beşdarvan jî li ser berxwedana Tevgera Azadiya Kurd a Berxwedana 14’ê Tîrmehê û girîniya wê ya ji bo gelê Kurd axivîn.

Bîranîn bi dirûşma “Şehîd Namirin” û “Bê Serok jiyan nabe” ve bi dawî bû.