Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li Hambûrgê hatin bibîranîn

Qedroyên pêşeng ên PKK’ê Kemal Pîr, M. Xeyrî Durmuş, Elî Çîçek û Akîf Yilmaz di salvgera 36’an a şehîdbûnê de hatin bibîranîn.

Qedroyên pêşeng ên PKK’ê  Kemal Pîr, M. Xeyrî Durmuş, Elî Çîçek, Akîf Yilmaz ku 14’ê Tîrmeha 1982’yan li girtîgeha bi nimroya 5 a zindana Amedê di çalakiya rojiya mirinê ya mezin de jiyana xwe ji dest dan, li Elmanya Hambûrgê hatin bibîranîn.

Di biranînê de her wiha gerîlayê HPG’ê Ramazan Arslan (Cotkar Karker) yê ji Çewlikê, kul i bejahiya Yedîsu ya Çewlikê di şerê dijî artêşa Tirk de şehîd bûyî jî hate bibîranîn. Bîranîn li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk pêk hat. Birayê Ramaza Arslan Firat Arslan, xaltiya wî Ayfer Yuksel û gelek Kurdistanî hazir bûn.

ÊN KU ZILM KIRIN TÊK ÇÛN

Birayê Arslan di bîranînê de axivî, got, birayê wî ji bo jiyaneke birûmet jiyana xwe daye û domand, ‘’Êşa wî her çendî li ser dilê mirov be jî bi şehîdbûna xwe ji bo malbata me bû kana rûmetê’’. Firat Arslan spasî da Kurdistaniyan, ji bo ku ew tenê nehiştine.

Siyasetmedarê Kurd Burhan Kocaman jî got di têkoşîna azadiya Kurdistanê de bi deh hezaran Kurd bê dudilî canê xwe feda kirine û domand, ‘’Em deydanê wan kesan in ku digotin ‘li ser gora me ‘deyndar’ binivisin’. Wan ew çendî ji jiyanê hez dikirin ku di ber de jiyana xwe didan. Ji bo van berxwedêran çeka herî mezin bedena wan û îdeolojiya wan bû. Li zindanê yên ku têk çûn ne ew bûn, zordar bûn.’’

TOVÊN BERXWEDANÊ YÊN LI ZINDANA AMEDÊ HATIN ÇANDIN LI ROJAVA ŞÎN HATIN

Nûnerê PYD’ê yê Hambûrgê Mîqdat Efrîn jî bal kişande ser giringiya şoreşa Roajva. Efrîn got tovên ku li zindana Amedê hatin çandin piştî bi salan li ROjava jîn hatine, û çi kesê xwedî rûmet be divê xwedî li vê şoreşê derkeve.

Piştî sînevîsyona li ser Ramazan Arslan û berxwedêrên Tîrmehê ji bo şehîdan mewlûdek dan.