Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê li gelek welatan hatin bîranîn

Kadroyên pêşeng ên PKK'ê berxwedêrên 14'ê Tîrmehê M. Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek di salvegera 36'an a şehadeta xwe de li gelek welatan hatin bîranîn.

Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek li Swîsre, Swêd, Qibris û Ermenîstanê hatin bîranîn.

BERN

Ji bo bîranîna berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê, li bajarên Bern û Lozanê yên Swîsreyê çalakî hatin lidarxistin. Civîna bîranînê ya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Bernê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir. Li salona bîranînê wêneyên Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Di bîranînê de fîlmê li ser 14'ê Tîrmehê hatiye amadekirin hate nîşandan. Piştre bi navê Malbatên Şehîdan ên li Bernê Saadet Kûran, Hevberdevkê HDK'ê yê Swîsreyê Hakan Gurgen û Hevserokên CDK'ê yên Bernê axivîn. Qisekeran işaret bi girîngiay berxwedana rojiya mirinê ya mezin a 14'ê Tîrmehê kirin. Bîranîn bi qîrîna dirûşmên "Şehîd namirin" qediya.

LOZAN

Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê li Lozanê ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve hatin bîranîn. Civîna bîranînê li navenda CDK a Lozanê pêk hat. Hevseroka CDK-Lozanê Hatîce Kendal li bîranînê axivî û diyar kir, di encama berxwedana 14'ê Tîrmehê de Têkoşîna Azadiyê ya Kurd xwe gihandiye vê astê. Civîna bîranînê bi nîşandana sînevîzyona li ser berxwedana 14'ê Tîrmehê qediya.

GOTEBORG

Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Alî Çîçek, Akîf Yilmaz û cangoriyên ku di demên cuda şehîd bûn; Şiyar Qamişlo, Polat Herekol, Delîl Qamişlo, Amara Koçer û Şervan Zagros li bajarê Goteborg ê Swêdê hatin bîranîn. Malbatên Şiyar Qamişlo, Polat Herekol, Delîl Qamişlo, Amara Koçer û Şervan Zagros jî tevlî merasîmê bûn. Bi navê malbatên şehîdan bavê Şiyar Qamişlo Ahmed Rojava axivî û got, "Ruhê berxwedana 14'ê Tîrmehê rê li ber 15'ê Tebaxê û Şoreşa Rojava vekir. Ev hemû bi saya nêrîn û felsefeya Rêber Apo pêk hatin." Mele Abdullah Ramo jî destnîşan kir ku şehîdên şoreşê ji bo mirovahiyê li ber xwe dane. Piştre sînevîzyon li ser şehîdên 14'ê Tîrmehê û şehîdên din hatin nîşandan. Bîranîn bi qîrîna dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" qediya.

LÎMASOL

Li bajarê Lîmasol ê Qibrisê, Kurdistanî li Navenda Çanda Kurd li hev civiyan û berxwedêrên 14'ê Tîrmehê Kemal Pîr, M. Hayrî Dûrmûş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz bi bîr anîn. Di merasîmê de li gel posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedêrên 14'ê Tîrmehê, alên YPG û YPJ'ê hatin vekirin û sînevîzyon li ser jiyana berxwedêran hate nîşandan. Civîna bîranînê piştî axaftinan qediya.

ERÎVAN

Bi wesîleya salvegera 36. a berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê li paytexta Ermenîstan Erîvanê civîna bîranînê hate lidarxistin. Siyasetmedarê Kurd Masûm Hasan li civînê axivî û got, "Di dema avabûnê de zext û êrîşên giran li ser tevgera PKK'ê hebû. Armanc ji van êrîşan tinekirin bû. Bi pêşdîtinên Rêbertî re berxwedana li zindanan planên dijmin pûç kir." Parlamenterê Kurd ê li Ermenîstanê Kinyasê Hemîd jî got, "Bi xwedîderketina li partiyê, şehîdan û Rêbertî em dikarin bersivê bidin wateya vê rojê." Piştre bavê şehîd Mîlo Kalaşiyan, Şêx Tahîr û Mîraz Cemal axivîn.