Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li Baselê hatin bibîranîn

Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li Baselê hatin bibîranîn

Ji pêşengên PKK’ê Kemal Pîr, Mehmet Xeyrî Durmuş, Elî Çîçek û Akîf Yilmaz ku di 14’ê Tîrmeha 1982’an li zindana Amedê li dijî îşkence û pêkutiyan dest bi rojiya mirinê kirin û jiyana xwe ji dest dan, li Baselê hatin bibîranîn.

Merasima bîranînê ya berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li bajarê Basel ê Swîsreyê di pêşengtiya Komîteya Şehîdan û Meclisa Jinan ya Ronahiyê ve hate organîzekirin, li Komeleya Çanda Kurdan a li Baselê hate pêkanîn. Li salona bîranînê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedêrên 14’ê Tîrmehê ên li zindana Amedê di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dayîn Kemal Pîr, Mehmet Xeyrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek hatin daliqandin.

Di merasima bîranînê de ku bi deqîqeyek ya rêzgirtinê destpêkir, hate diyarkirin ku pêwîste hertim ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê bê berdewam kirin û peyama “Asta tekoşîna ku em niha gihayê dengdarên dîroka berxwedana ku li zindana Amedê ji Mazlûm Dogan destpê kir, bi Çaran û rojiya mirinê a mezin dewam kir” hate dayîn.

Piştî mewlûd û xwarina fitarê a ji bo bîranîna berxwedêrên 14’ê Tîrmehê di Rojiya Mirinê de jiyana xwe ji dest dan, hate dayîn bîranîn bidawî bû.