Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranin

Li gelek bajarên Ewropa berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê bi merasîman hatin bibîranîn.

Bi sedan Kurdistanî li bajarê Elmanya, Swîsre û Fransayê li hev civiyan, berxwedêrên 14’ê Tîrmehê û şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê bi bîr anîn.

DÛÎSBÛRG

Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn.

Qadroyên pêşêng ên PKK’ê Kemal Pîr, M.Hayrî Dûrmûş, Alî Çîçek û Akîf Yîlmaz di 36’emîn salvegera şehadetê de li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê hatin bibîranîn. Di merasîma bibîranînê de Mahîr Cindirêsê yê ku li bajarê Efrîn yê Rojavayê Kurdistanê şehîd bûbû jî hate bibîranîn. Merasîma bibîranê ji aliyê KOMAW’ê ve hate lidarxistin û bi sedan kes beşdar bûn.

Merasîm bi deqîqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir û malbata Mahîr Cindirêsê beşdarî merasîmê bûn. Li ser navê malbata Cindirês birayê Mahîr, siyasetmedarê Kurd Mehmet Sûrûç û li ser navê NRW PYD’ê axaftin hatin kirin.

ZURÎH

Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê û gerîlayê HPG’ê Ramazan Aslan (Cotkar Karker) hatin bibîranîn.

Merasîma bibîranê li Komeleya Jinan a Bêrîtan hate lidarxistin. Wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdên 14’ê Tîrmehê, gerîlayên HPG’ê û alayên PKK û KCK’ê li salonê hatin daliqandin. Merasîm bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir û gelek keş beşdarî merasîmê bûn. Destpêkê sînevîzyona qala şehîdên 14’ê Tîrmehê dike hate nîşandan.

Piştre siyasetmedara Kurd Denîz Dersim axivî û got bi saya têkoşîna van şehîdan em hatine van rojan û wiha domand; “Li beramberî têkoşîna wan em bejna xwe ditewînin. Roja 14’ê Tîrmehê ne rojeke ji rêzê ye. Pira berxwedanê ye. Dewletê xwest PKK’ê di zindanê de tune bike. Lê serkeftina berxwedêrên 14’ê Tîrmehê di nava êşkenceyê de pêk hat.”

GERÎLAYÊ HPG’Ê ASLAN HATE BIBÎRANÎN

Piştî axaftinan gerîlayê HPG’ê Ramazan Aslan (Cotkar Karker) ku di sala 2017’an li Çewlîgê şehîd bûbû, hate bibîranîn. Di merasîmê de sînevîzyona qala jiyana Aslan dike hate nîşandan.

Destpêkê bavê Aslan Ahmed Aslan axivî û wiha got; “Êşa wî hê di dilê me de ye û ez bi lawê xwe serbilind im. Ez ê bibim şopdarê rêya lawê xwe. Xwesteka lawê min a dawî xwedîderketina li vê têkoşînê bû. Ez ê tişta bikeve ser milê min bikim.”

Piştî axaftinan merasîma bibîranê bi dawî bû.

ROÛEN

Li bajarê Rûen ê Fransayê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn. Gelek kes beşdarî merasîma bibîranê bûn û têkildarî 14’ê Tîrmehê axaftin hatin kirin, sînevîzyon hate nîşandan.

FRIEBÛRG

Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê di şexsê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê de şehîdên meha Tîrmehê hatin bibîranîn.

Merasîm li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Freîbûrgê ji aliyê Komîsyona Malbatên Şehîdan û Meclîsa Jinan a Nûda ve hate organîzekirin. Merasîm ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Piştre axaftina destpêkê ji aliyê endamê KOMAW Freîbûrgê Salih Hezexî ve hate kirin û wiha got; “Di şexsê şehîdên Zindana Amedê de hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Bi saya lehengên berxwedêrên 14’ê Tîrmehê ev têkoşîna hatiye van rojan.”

Piştre sînevîzyona qala berxwedaniya zindana Amedê dike hate nîşandan. Piştre Hevserokê NAV-DEM’ê Tahir Koçer axivî û qala girîngiya 14’ê Tîrmehê kir.

TOÛLOÛSE

Li bajarê Toûloûse yê Fransayê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn.

Merasîma bibîranê li salona NCDK-Toûloûse bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Akin Çakir li vir peyivî û wiha got; “Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê di dîroka şoreşa Kurdistanê de mîladek e.”

Piştre sînevîzyon hate nîşandan û piştre Kurdistaniyan axivîn û berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bibîranîn. Merasîm bi dirûşmeyan bi dawî bû.

STRASBOÛRG

Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê hatin bibîranîn.

Di merasîmê de axaftin hatin kirin û hate gotin ku bi saya berxwedaniya Kemal Pîr, M.Hayrî Dûrmûş, Alî Çîçek û Akîf Yîlmaz têkoşîna gelê Kurd hatiye van rojan û çavkaniya hêza vê jî pradîgmya Apoyî ye.