Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Berxwedana Sûrê li St. Gallenê hate bîranîn

Ji fermandarên Berxwedana Xwerêveberiyê ya Sûrê Çiyager Hêvî li Kantona St. Gallenê ya Swîsreyê hate bîranîn.

Ji fermandarên berxwedana Sûrê ya zêdeyî 100 rojî Çiyager Hêvî, bi wesîleya salvegera şehadeta xwe ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hate bîranîn.

Bîranîn roja Yekşemê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a St. Gallenê pêk hat. Piştî deqeyeke rêzgirtinê li ser berxwedana Sûrê û têkoşîna Çiyager sînevîzyon hate nîşandan.

Aktîvîst Mervan Botan li bîranînê axivî û got, "Heta ku lehengên weke Çiyager Hêvî, Egît, Atakan Mahîr, Delal Amed hebin ev têkoşîn wê bidome. Wezîfeya dikeve ser milê ciwanan jî ew e ku li ser şopa Çiyageran bimeşin."

Civîna bîranînê bi qîrîna dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.