Berxwedana Kobanê di roja 57’an de ye

Berxwedana Kobanê di roja 57’an de ye

Berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê di roja 57’an de didome. Şervanên YPG-YPJ’ê ku li dijî çekên giran ên DAIŞ’ê bi çekên ferdî li ber xwe didin, tebesûma wan di demên herî krîtîk de jî  kêm nabe. Çeteyên DAIŞ’ê hem bi segvanan û hem jî ji hewayî bajar gulebaran dikin. Ji Kobanê ji berxwedan û jiyanê hinek kêlî.

Ji jiyana sivîlên Kobanê yên li xeta sînor.

Li herêma Tilşeîr a xeta sînor, Kobaniyek extiyar cilê xwe dişo.

Kolan û wesayîtên ku hewanan texrîb kirine.

Şervanekî YPG’ê ji bo xwe ji segvanan biparêze di tunela ku di avahiyê de vebûye tevdigere.

Şervanên YPJ’ê di eniyên herî pêş de cih digirin. Di çenteyên jinan de li şûna amûrên makyajê amûrên cebilxaneyan heye.

Çete bênavber hewanan davêjin bajar. Vê kerî jî mesele weke çareser kiriye. Ji aliyê ku hewan tên avêtin xendeqan ji xwe re dike sîper û xwe diparêze.

Qada Aştiyê. Bi sedan hewan li avahiyên dora qadê ketine û peykerê leglegê yê ku bûye sembola qadê li ser piyan dimîne. 

(WÊNE: ERSÎN ÇAKSU / ÎBRAHÎM ASLAN)