Berxwedana Kobanê bi xeleka ji mirovan hat silavkirin

Berxwedana Kobanê bi xeleka ji mirovan hat silavkirin

Bi hezaran kesên li ser sînorê Kobanê li gundê Alîzêr nobeta berxwedanê de ne, di saetên serê sibehê de bi armanca piştgiriya bi YPG/YPJ’ê xelaka ji mirovan çêkirin û bi dirûşmayên gotin berxwedana Kobanê silav kirin.

Bi armanca piştgiriya bi hêzên YPG/YPJ’ê ên bi rojane li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ ên bi çekên giran êrîşî Kobanê dikin, nobeta berxwedana gel a li ser sînor didome. Gelê li gundê Alîzêr ê li rojhilatê Kobanê ye nobeta berxwedanê digirin di saetên serê sibehê de xelaka ji mirovan çêkirin. Bi hezaran kesên ji bajarên herêmê hatin meşiyan û li cihekî nêzî xeta sînor xelekek ji mirovan a 3 kîlometre dirêj çêkirin.

Yên di nav xeleka ji mirovan de bi dirûşmayên “Kobanê ji DAIŞ re bibe goristan”, “Bijî berxwedana Kobanê” piştgirî dan hêzên YPG/YPJ’ê yên bi rojane li Kobanê li hemberî çeteyên DAIŞ berxwedan dimeşînin. Piştî xwendina sirûda “Çerxa Şoreşê” gel li erdê rût bi keviran YPG nivîsand.

Çalakî ku bi tilîlî û dirûşmayan bi dawî bû, her saeta diçe hejmara yên tevlî nav kesên li nuqteyên sînor nobetê digirin zêde dibe. Bi hezaran kes herikîn sînor û banga tevlîbûna nobeta berxwedanê dikin.