Berxwedana karkerên Fenîş di roja 29’ê de ye
Berxwedana karkerên Fenîş di roja 29’ê de ye
Berxwedana karkerên Fenîş di roja 29’ê de ye
Karkerên fabrîqeya elemyonê ya Fenîş bê ku tezmînat û heqdestê karkeran bidin, ji kar hatin avêtin û berxwedana karkeran di roja 29’ê de ye.
Fabrîqeya elemyonê ya Fenîş ya ku li Gebzeyêye, piştî ragihandina navberdana kar di 9’ê Îlonê de, 2 roj şûnda hemû karkeran amûrên xwe yên kar fesh kirin. Bêyî heqdestê 3 mehan û bê tezmîneta xwarin û peywendiyê bê dayîn, 420 karkerên ku bê kar hiştin, dest bi berxwedanê kirin. Karkerên endamê Sendikaya Çelîk-Îşê 29 rojin li fabriqayê de nobetê digirin.
Li gorî nûçeya ajansa Etha, ji karkeran 5 jeb her roj li pêş navenda Holdingê Fenîş ya Mecidekoy nobetê digirin. Li gel sarbûna hewayê karker berxwedana xwe di nava şert û mercên giran de didomîne.
Sînem Ozyaşar şert û mercan wiha tîne ziman: “Em di vê sermayê de di rewşekî gelek zehmet de ne . 7 sale ez di vê fabrîqayê di xebitim. Ev çi mirovên bê berpirsiyarin.”
Aynur Çebî ku di nav berxwedanê de cih digire nerazîbûna xwe bi van gotinan anî ser ziman: “Em têne ber deriyê wî ji bo bikarîn parê xwe werbigîrîn. Ev qas sal em dan şûxlandin, heqê keda me neda. Gelo wijdana wî rehete.”
Çebî ku 18 sale di vê fabrîkayê de di xebite wiha di bêje: “28 roje em li fabrikayê radizên û radibîn, em naçîn mal. Bi nobetê em li fabriqayê ne. Heta em pare xwe ne wergirîn em naçîn. Em heya parê xwe werdigirîn emê bibîn siha Sedat Aloglu.”
Sekreterê Şaxa Gebze yê Sendikaya Çelik İş Firat Guneş jî wiha dibêje: “ Bêkarî pirsgirêkekî mezine lê ji bilî vê weke civak ev çend nizim xistin yan jî ji aliyê sîstemê ve ev çend vala dîtin… êdî pêwistî bi serhildinê heye.”