'Berxwedana ekolojiyê divê bibe yek'

Parlamenterê HDP'ê Mûrat Çepnî diyar kir, ji Heskîfê heta Çiyayên Kaz divê berxwedana ekolojiyê bibe yek û got, ev yek di heman demê de têkoşîna li dijî şer e.

Demeke li Çiyayên Kazê şîrketeke Kanadayî karê lêgerîna li zêr a bi siyanur dike. Ev yek di nava raya giştî de bû sedema nerazîbûneke mezin.

Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê yê ji Ekolojiyê Berpirsyar û Parlamenterê Îzmîrê Mûrat Çepnî diyar kir, êrîşên li Tirkiye û Kurdistanê yên li dijî xwezayê beşek ji modela aborî û siyasî ya AKP'ê ye. Çepnî anî zman, AKP'ê beriya niha diyar kiribû ku wê mîna şîrketekê welêt bi rê ve bibe û vê yekê jî niha dike, bi vê yekê jî pesnê xwe dide.

Çepnî diyar kir ku di nava 17 salên desthilatdariya AKP'ê de çavkaniyên xwezayî bi rengekî bêkontrol hatine talankirin û ragihand, Heskîf, Çiyayê Kazê, rêya kesk a li Derya Reş, projeya JES a li Aydinê û HES mînakên vê talanê ne ku nîşan didin ku gihîştiye asta herî bilind.

Parlamenterê HDP'ê Mûrat Çepnî anî ziman, ku talana li Heskîfê nabe ku tenê di çarçoveya talana xwezayê de bê nirxandin û got, "Li Heskîfê di heman demê de êrîşeke berfireh li dijî mirovahiyê û mîrateya dîrokî tê kirin. Her wiha aliyê xwe yê siyasî û şer jî heye.

Li gelek bajarên Kurdistanê, şewata daristanan ji aliyê dewletê ve bi hinceta ewlekariyê bi zanebûn hate derxistin. Wê demê wekîlên HDP'î hewl dan xwe bigihînin Dersimê, lê belê dewlet li şûna ku alîkariya vemirandina şewatê bike nehişt em xwe bigihînin herêmê. Niha li Heskîfê jî li Şirnexê jî heman tişt heye."

Çepnî ragihand ku li Kurdistanê şewata daristanan, lêgerîna li madenê û hwd. bi îdîaya 'ewlekariyê' ji aliyê dewletê ve tê kirin û got, "Bendava li Heskîfê hem bi hinceta 'ewlekariyê' hem jî li Rojhilata Navîn ji bo avê weke çekê bi kar bîne tê amadekirin."

Parlamenterê HDP'ê bal kişand ser têkoşîna wan a li dijî talankirina xwezayê û got, "Têkoşîna me ne di wê astê de heye ku em dixwazin. Tevî vê yekê jî haya me jê heye ku divê em têkoşîna xwe ya ji bo xwezayê ji Kurdistanê heta Derya Reş û Egeyê bikin yek û em ji bo vê hewl didin."