Berxwedana Efrînê li Kopenhagenê hate silavkirin

Nêzî 5 hezar kes li paytexta Danîmarka Kopenhagenê daketin qadan û bi wesîleya 24'ê Adarê Roja Efrînê ya Cîhanê meş û mîtîngek li dar xistin.

Mîtîng bi pêşengiya 13 partiyên cuda û rêxistinên civakî yên sivîl ên Danîmarkî ve hate organîzekirin û bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Parlamentera Partiya Yekîtiya Sor û Kesk Eva Flyveholm li mîtîngê axivî, hikumet û wezareta karên derve ya Danîmarkayê rexne kir û destnîşa kir ku wezareta karên derve bi berpirsyariya xwe ranebûye.

Flyveholm diyar kir, wê xwedî li têkoşîna tevgera azadiyê ya gelê Kurd derkevin û desteka xwe bidomînin.

Bi navê Komeleya Horserød- Sttufhof'ê Annette Mørck  axivî û got, ew piştgiriyê didin tevgera azadiyê ya bi pêşengiya jinê.

Mørck bêdengiya Ewropa, Amerîka û Rûsyayê şermezar kir û anî ziman, destketiyên tevgereke ku li dijî çeteyên DAÎŞ'ê têkoşiya ye, destketiyên mirovahiyê ne.

Di dawiya mîtîngê de dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê" hate qîrîn.

Piştî girseya gel ji qadê belav bû, çeteyên Tirk bi bivir, çek û kêran êrîşî gel kirin. Polîsan 3 êrîşkar binçav kirin.