Berxwedana Cizîrê li Lîege hat silavkirin

Li bajarê Lîege yê Belçîkayê berxwedana Cizîrê hat silavkirin. Êrîşên faşîstan li dijî rêxistinên HDP’ê hatin şermezarkirin.

Li bajarê Lîege yê Belçîkayê berxwedana Cizîrê hat silavkirin. Êrîşên ku faşîstan li dijî rêxistinên HDP’ê pêk anîn hatin şermezarkirin.

Li bajarê Lîege yê Belçîka di pêşengiya Navenda Çanda Kurd de bi armanca şermezarkirina faşîzma li Tirkiye û Kurdistanê mîtîngek pêk hat.

Hêzên demokrat ên Tirkiyeyî yên li Lîege jî destek dan çalakiyê. Di çalakiyê de ku berxwedana Cizîrê hat silavkirin, li hember êrîşên AKP’ê bang li sazî û dezgehên navneteweyî hat kirin ku bi wezîfeya xwe rabin.

Çalakî bi axaftinan û dirûşma, “Bijî berxwedana Cizîrê” bi dawî bû. 

...