Bertekên li dijî tecawîzê zêde dibin

Bertekên li dijî tecawîzê zêde dibin

Partiyên Siyasî û STK yên Çewlîkê bûyera tecawîzê ya li Çewlîkê ku zaroka 16 salî rastî tecawîzê hatibû protesto kirin. Sektera ÎHD’a Çewlîkê Ozlem Kiliç wiha got: “Biryara tahliyê û veşartina dosyayê her çiqas li gorî mevzuata hiqûqê be jî ev biryar dij ahlaq û wijdanê ye. Ev biryar biryareke ku dikare li dadgeha wijdan û ahlaq bê mahkumkirine.

Bertekên li dijî bûyera tecawîzê ya zaroka bi navê E.A ya 16 salî her diçe zêde dibe. Partiyên siyasî û STK’yan daxuyaniyek hevpar dan. Li ber avahiya edliyê daxuyaniyek hat dayîn û 15 nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tevli bûn. Di çalakiyê de bê navbera dirûşmeyên ‘Jin jiyan azadî, gel li vir e edelet li ku  ye, li dijî tecawîzê bê deng nemînin’ hatin berzkirin. Li ser navê girseyê Ozlem Kiliç daxuyanî xwest û diyar kir tecawizkar bi biryara dadgehê hatne berdan û her wiha Dadgeha biryara taliyê daye, biryara veşariyê jî daye ser dosyayê, daxwaza parastina E.A jî red kiriye.

HESTÊN EDELETÊ RIZIYA

Kiliç got di doza N.Ç ya Mêrdînê de jî biryarek skandal hatiye dayîn û wiha got: “N.Ç ya 13 salî rastî hotiyeke mezin hat û dadgehê got bi daxwaza xwe wisa kiriye. Piştî bertekên rayagiştî dadgehê ev biryar xera kir û ji nûve darizand. Ev biryara di doza E.A de hatiye dayîn jî careke din nîşan daye ku edelet riziyaye.

Kiliç da zanîn ku biryarê bêhiqûq yên bi vî terzî ne nû ye û çend roj berê serdozgeriya komarê ya Amedê der barê komkujiya Roboskê de biryara bê peywirbûnê da û şandibû dadgeha leşkerî.