Nerazîbûna li hemberî qirkirina siyasî didome
Qirkirina siyasî ya desthilatdariya AKP û MHP’ê didome. Siyasetmedar û rojnameger jî di nav de gelek kes hatine destgîrkirin.
Qirkirina siyasî ya desthilatdariya AKP û MHP’ê didome. Siyasetmedar û rojnameger jî di nav de gelek kes hatine destgîrkirin.
Ji ber ku nûçeya li ser avêtina ji helîkopterê çêkiribûn nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê Adnan Bîlen, Cemîl Ûgûr û nûçegihana Jinnewsê Şehrîban Abî, rojnameger Nazan Sala, belavkerê rojnameyê Şukran Erdem û Fehîm Çetîner hatibûn destgîrkirin. Destgîrkirina van kesan 4 rojan hate dirêjkirin û biryara ‘nepenî’ anîn ser dosyeyê. Parêzer ji bo hevdîtinê çûn emniyetê.
RIHA
Li Rihayê jî 4 dayikên aştiyê di nav de 11 kes hatibûn destgîrkirin. TJA’yê ji bo nerazîbûnê nîşanî destgîrkirina dayikên aştiyê bide, li rêxistina HDP’ê ya Sêwregê daxuyanî da. Parlementera HDP’ê Ayşe Surucu jî tevlî daxuyaniyê bû. Surucu got ku, “Dayikên aştiyê pêşengiya aştiyê dikin. Ev desthilatdarî ji aştiyê ditirse. Divê hevalên me werin berdan. Li hemberî van êrîşan em ê li ber xwe bidin.”
QERS
Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca jî di nav de 21 kes di 1’ê cotmehê de li Qersê hatibûn destgîrkirin. Ji van 3 kes jê hatibûn berdan û 3 kes jî hatibûn girtin. Şevîn Alaca jî di nav de ji 14 kesên ku dema destgîrkirina wan hatibû dirêjkirin 10 jê sewqî edliyeyê hatin kirin.
Navê kesên ku sewqî edliyeyê hatine kirin wiha ne: Sûat Bayhan, Kaya Nakî, Fahrettîn Kaya, Reîs Baykîz, Hamît Daşdelen, Hamdî Erkmen, Medya Tagay, Halîl Kan, Bulent Agbaba, Omer Albayrak.
ETHA: ROJNAMEGERÎ NE SÛC E
Ajansa Nûçeyan a ETHA’yê jî diyar kir ku nûçegihana wan Pinar Gayip hatiye destgîrkirin û ev tê wateya bêdengkirina çapemeniya mûxalif. ETHA’yê got ku, “Divê ev êrîşên destgîrkirinê bisekine û hevalên me werin berdan. Rojnamegerî ne sûc e.”