Berteka Elewiyan ya li dijî hikûmetê zêde dibe
Berteka Elewiyan ya li dijî hikûmetê zêde dibe
Berteka Elewiyan ya li dijî hikûmetê zêde dibe
Rêxistinên Elewiyan ji ber nêzîkatiya AKP’ê ya li hemberî wand i meha cotmehê de dadikevin qadan. Rêxistinan bal kişandin ser geşedanên dawî yên wekê projeya mizgeft-malacemê, êrîşên li hemberî gorên elewiyan û logoya Pîr Sultan Abdal wek sîmgeya rêxistina terorê dîtin û diyar kirin ku dixwazin elewiyan parçe bikin.
Rêxistinên Elewiyan ku ji ber gotin û projeyên Erdogan xwe di hedefê de dibînin diyar dikinku ew pakêta demokratîkbûnê wek rêbaza xapandinê dibînin.
Ji nûnerên rêxistina Elewiyan Geçmez, ji bo projeya mizgeft-malacemê got: dixwazxin elewiyan bikin di nava şerê xwe de bikarbînin.” Kenanoglu jî diyar kir ku hikûmet Elewiyan wek terorîst dibîne û Ozel jî anî ziman dixwazin Elewiyan parçe bikin. Bulbul bi lêv kir ku AKP dixwaze hikûmetê bi zanebûn bike nava bendewariyan. Rêxistinên elewiyan got; pakêta demokratîkbûnê wan tatmîn nake.
Nûnerên rêxistinên Elewiyan nêrînên xwe ji ANF’ê re vegotin.
GEÇMEZ: PROJE PROJEYA ASÎMÎLASYONÊ YE
Serokê giştî yê weqfa Çanda Anatolya Haci Bektaş Velî Ercan Geçmez projeya mizgeft-mala cemê wek hewldana asîmîlasyonê bi nav kir û got: “ Fetullah Gulen û serokê giştî yê Weqfa Cemê Îzzettîn Dogan kesên di pêvajoya 12’ê îlonê de rol girtine. Wek generalên 12’ê îlonê nê pirsigirêka elewiyan dibin. Ev her du kes di dema derbeyê de bi hev re xebitîne.Di navbera AKP û Gulen de aloziyek heye. Gulen ji bo Elewiyan bikin nava şerê AKP-Gulen, li dijî AKP’ê bi Îzettîn Dogran re vê dike. Dixwazin Elewiyan di vî şerî de bikarbînin.
Proje ji bo ku baweriya Elewiyan bê jiyîn, pêk nayê. Ev bi giştî projeyeke asîmîlasyonê ye. Dixwazin di nava şerê xwe de Elewiyan bikarbînin.”
ZAROKÊN ELEWÎ ÎŞKENCEYA PSÎKOLOJÎK DIBÎNIN
Geçmez da zanîn hikûmeta AKP’ê navê Yavuz Selîm ku kesên li welat ji baweriyên din bûn qetil dikir, li pirê kir û ev ne ahlaqî û wijdaniye û got: “Ev di heman demê de tehdîde. Dersên olî yên bi zorê nehatine rakirin. Dersên olî îşkence. Yanî zarokên Elewî di îşkenceyeke psîkolojîk a mezin de ne. Serokwezîrê Tirk Erdogan di 30’ê îlonê de pakêtê aşkera dike lê divê pakêt li pişt deriyên girtî neyê çêkirin. Me raporek da hikûmetê. Me çareserî danî holê. Lê qet bala xwe nedanê. Me got bila dersên olî rabin. Diyanet rabe, butçeya wê zêde kirin.
KENANOGLU: EM ÎTÎRAZÊ VÊ DIKIN
Serokê giştî yê Komeleya Çanda Elewiyana Hubyar Sultan Alî Kenanoglu, da zanîn ku ew van proje û nêzîkatiyên ku mala cemê bikin berdewamiya mizgeftan red dikin û got: “Em welatekî ku di alî baweriyan de dewlemendin. Li kolaneke me mizgeft, li yek din mala cemê heye. Berteka me ne li dijî rêberekî sunî ku tevli karê mala cemê dibe ye. Berteka me li dijî qanûn û teolojiyê ye. Divê mala cemê nebe, mizgeft. Ji ber vê em qebûl nakin.”
Kenanoglu da zanîn ku li girtîgeha Tîpa Fe ya Kirikkaleyê bi îdiaya ku ‘sîmgeya rêxistina terorê ye’ dest danîne ser û got ev nêzîkatiya li hemberî Elewiyan ji polîtîkayên neyînî yên pêvajoya dawî ne cudatire û got Pîr Sultan Abdal pîr û rêberê baweriya wan e.
Kenanoglu diyar kir ku bi aşkerakirina pakêtê re, ji bo Elewiya pêvajoyeke nû ya têkoşînê dest pê dike. Kenangolu destnîşan kir ku di meha cotmehê de Elewî xwe amade dikin ku çalakiyan pêk bînin û got polîtîkayên dewletê yên du-sê salên dawî wan neçarî daketine kolanan dike.
OZEL: DIXWAZIN ELEWIYAN PARÇE BIKIN
Serokê Federasyona Elewî Bektaşî (ABF) Selahattîn Ozel jî got projeya mizgeft-mala cemê ji ber navê Fetullah Gulen Elewiyan dike fikaran û got: “AKP’ê ev proje red kir. Li dijî vê bû. Niha rewşek balkêş heye. Ji ber ku AKP li dijî vê derket niha em û AKP li gel hevin. Bi vê projeyê dixwazin rêxistinên Elewiyan bînin hemberî hev û elewiyan parçe bikin.”
BULBUL: HIKÛMET GEL MIJUL DIKE
Serokê Komeleya Pîr Sultan Abdal, Kemal Bulbul jî got AKP ji bo pirsgirêka kurd çareser bike îradeyê nîşan dane û got: “Neçareserî tenê ji AKP’ê naqewime. AKP partiya dewletê ye û ji ber vê jî hevpariya dewlet-partiyê derketiye holê. Ji ber vê jî bawriya me ya ku ji pakêta demokratîkbûnê, dê demokrasî derkeve tune. Yanî ji vê pakêtê demokrasî dernakeve. AKP pisgirêka Kurdan û Elewiyan çarser nake. Ev pakêteke Înkar û îmhayê ye.”