Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo hilbijartinên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê xebatên xwe yên li Ewropayê dewam dike. Di çalakiyên HDP'ê yên meha Gulanê li gelek heremên Ewropayê werin lidarxistin de wê Hevserok û namzet jî amade bin.
Bernameya çalakiyên HDP'ê yên meha Gulanê li Ewropayê bi vî rengî ye:
1'Ê GULANÊ
Li paytexta Swêd Stockholmê, wê Kurdên ji Anatoliya Navîn şevek bi piştgiriya HDP'ê lidar bixe. Parlamenterê HDP'ê Altan Tan jî wê beşdarî çalakiyê bibe.
Di mîtînga HDP'ê ya li bajarê Fransa Marsîlyayê de wê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş amade be.
2'Ê GULANÊ
Li bajarê Elmanya Munchenê wê şeva piştgirîdayîna HDP'ê were lidarxistin. Tevî Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken û namzetê HDP'ê Tûrgût Oker wê li ser navê AABF Bulent Ûgûr jî lê amade be.
Li paytexta Fransa Parîsê wê mîtînga HDP'ê were lidarxistin. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahatîn Demîrtaş wê tevlî mîtîngê bibe.
Li paytexta Norwêc Osloyê wê şeva piştgiriya bi HDP'ê re were lidarxistin, Parlamenterê HDP'ê Altan Tan wê beşdar bibe.
Li bajarên Elmanya Stûttgart û Reûtlîngekê, bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP'ê û namzetê HDP'ê Tûrgût Oker wê şeva piştevaniyê bê lidarxistin.
Di şeva piştgirîdayîna HDP'ê ya li bajarê Elmanya Saarbruckenê de jî parlamentera HDP'ê Ayla Akat û li ser navê AABF wê Ozgur Oz amade bin.
Li bajarê Fransa Toûloûse wê şeva piştgirîdayîn were lidarxistin. Parlamenterê HDP'ê Kemal Aktaş wê beşdarî vê çalakiyê bibe.
3'Ê GULANÊ
Bi beşdariya parlamenterê HDP'ê Kemal Aktaş wê li bajarê Fransa Bordeaûxê şeva piştgirîdayînê were lidarxistin.
Di şeva piştgirîdayînê ya li bajarê Fransa Lyonê de jî parlamenterê HDP'ê Demîr Çelîk wê lê amade be.
Bi beşdariya Kurdên ji Anatoliya Navîn ên li Hollanda û Elmanyayê, wê li Hollandayê şeva piştgirîdayînê ya navendî bê organîzekirin. Namzeta HDP'ê Leyla Zana wê cihê xwe di şevê de bigire.
Di şeva piştevaniyê ya li bajarê Elmanya Freîbûrgê de namzetên HDP'ê Selma Irmak û Tûrgût Oker wê beşdar bibin.
Li bajarê Elmanya Darmstadtê bi pêşengiya hilbijêrên Elezîzî wê şeva piştevaniyê were lidarxistin. Beşdarên vê şevê jî parlamentera HDP'ê Aysel Tûglûk, namzetê HDP'ê Orhan Demîrbag e.
Li bajarê Elmanya Gîessenê bi beşdariya parlamentera HDP'ê Ayla Akat Ata û namzetê HDP'ê Muslum Dogan wê şeva piştgiriyê were lidarxistin.
Bi beşdariya ji bajarên Bîelefeld û Munsterê wê şeva piştgirîdayînê were lidarxistin. Parlamenterê HDP'ê Erol Dora wê di şevê de amade be.
Kurdên ji Anatoliya Navîn ên li bajarê Awûstûrya Grazê dijîn, wê şeva piştevaniya HDP'ê lidar bixin. Di şevê de namzeta HDP'ê Leyla Guven jî wê amade be.
Li bajarê Fransa Strasboûrgê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag wê şeva piştgirîdayînê pêk were.
Di şeva piştgirîdayînê ya li bajarê Elmanya Mannheîmê de wê Cîgira Serokê Koma HDP'ê ya Parlamentê Pervîn Bûdal, namzeta HDP'ê Pinar Aydinlar, li ser navê AABF wê Huseyîn Mat amade bin.
Li bajarê Elmanya Kasselê wê şeva piştgirîdayînê were organîzekirin û namzetê HDP'ê Faysal Sariyildiz û li ser navê AABF Ozkan Lafatan wê beşdar bibin.
Li bajarê Elmanya Berlînê wê şeva piştgirîdayînê were lidarxistin. Beşdarê vê şevê jî namzetê HDP'ê Osman Baydemîr e.
9'Ê GULANÊ
Li bajarê Awûstûrya Bregenzê wê şeva piştgiriyê pêk were û parlamenterê HDP'ê Husamettîn Zenderlîoglû beşdar bibe.
10'Ê GULANÊ
Li bajarê Elmanya Frankfûrtê wê şeva piştgirîdayîn were lidarxistin. Li ser navê AABF wê Ozgur Oz lê amade be.
Di şeva piştgirîdayînê ya li bajarê Elmanya Kîelê de wê parlamenterê HDP'ê Husamettîn Zenderlîoglû û li ser navê AABF'ê Huseyîn Mat amade be.
Li paytexta Îngilîstan Londonê wê şeva piştgirîdayîna HDP'ê bê lidarxistin. Beşdarê vê jî namzetê HDP'ê Tûrgût Oker e.