Bernameya çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî ya Wanê eşkere bû
Bernameya çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî ya Wanê eşkere bû
Bernameya çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî ya Wanê eşkere bû
Şaxê KURDÎ-DER a Wanê, der barê 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de, bernameyek li ser çalakiyan eşkere kir.
Bernameya çalakiyan, bi daxuyaniyeke çapemeniyê li avahiya komeleyê li raya giştî hat eşkerekirin. Çalakiyên pîrozkirina Cejna Zimanê Kurdî, ku wê ji aliyê Navenda Çandê ya Nûda û şaxê Wanê yê KURDÎ-DER’ê ve bê organîzekirin, ji aliyê Serokên herdu saziyan Îsmaîl Aşkan û Emîne Aksoy ve hat eşkerekirin.
Bernameya çalakiyên ku wê di 10’ê Gulanê de destpê bike, weha ye;
* 10’ê Gulanê saet di 10.00’an de wê li kolana Hunerê pêşengeha wêneyan û dezgeha pirtûkên Kurdî bên vekirin û 4 rojan vekirî bimînin
* 11’ê Gulanê saet di 13.00’an de wê li kolana Hunerê nivîskar pirtûkên xwe yên Kurdî mor bikin
* 12’ê Gulanê saet di 19.00’an de wê li Konê Şano yê Muduriyeta Çandê ya Bajêr, lîstika şano ya bi navê “Şîret” bê lîstin
* 13’ê Gulanê saet di 17.00’an de wê Dîwana Dengbêjan were danîn
* 14’ê Gulanê saet di 17’an de wê li Parka Feqiyê Teyran helbest werin xwendin, saet di 20.00’an de li Navenda Şano ya Nûda fîlmê “Dema Qeşayê” bê nîşandan
* 15’ê Gulanê saet di 17’an de wê li Xeraja Şaredariyê, hunermend Hesen Şerîf û hunermendên herêmî konserekê bidin