Beriya niha bi 25 salan li Sêwasê komkujiyeke hovane hatibû kirin
Di ser komkujiya Madimakê re 25 sal derbas bûn ku 33 kes bi rengekî hovane lê hatin kuştin. Hîn jî bersiv ji daxwaza edaletê re nehatiye dayin.
Di ser komkujiya Madimakê re 25 sal derbas bûn ku 33 kes bi rengekî hovane lê hatin kuştin. Hîn jî bersiv ji daxwaza edaletê re nehatiye dayin.
Doza Komkujiya Madimakê, bi hinceta ku 'dem di ser re derbas bûye' di serdema AKP'ê de hate betalkirin. Parêzerên kujeran jî di desthilatdariya AKP'ê de bûn wezîr, parlamenter û burokratên payebilind.
Yek ji komkujiyên herî giran ên dîroka Tirkiyeyê, 2'ê Tîrmeha 1993'an li Sêwasê rû da. 33 kesên ku ji bo bîranîna Pîr Sûltan Abdal hatibûn bajêr, li Otela Madimakê bi saxî hatin şewitandin.
Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) 30'ê Hezîrana 1993'an ji bo bîranîna Pîr Sûltan Abdal çalakiyek organîze kir. Bi dehan rewşenbîr û hunermendên xwestin tevlî bibin, ji Enqereyê berê xwe dan Sêwasê.
Du roj beriya komkujiyê, bi sernavê "Ji raya giştî ya Misilman" re li Sêwasê belavok hatin belavkirin. Di belavokan de dihate îdîakirin ku siêf li pêxember û Quranê tê kirin û êrîş li namûsa bawermendan tê kirin. Rojnameyên herêmî jî mîna van belavokan, beşdar kirin hedef.
Roja Înê, koma ku li mizgeftan û derdora wan li hev civiyan, bi qîrîna dirûşmên "Sêwas wê bibe gora laîkiyan", "Komar li Sêwasê ava bû, wê li Sêwasê hilweşe", "Sêwas wê li Azîz bibe goristan" ber bi Navenda Çandê ya ku çalakiya bîranînê dihate lidarxistin meşiyan û êrîş kirin.
DEMA KU KOMKUJIYÊ DEST PÊ KIR, LEŞKER JI OTELÊ REVIYAN
Piştî ku bûyeran dest pê kirin, hejmara êrîşkaran zêde bû. Hejmar êrîşkarên li ber Otela Madimakê li hev civiyan, gihîşt bi deh hezaran. Êrîşkaran agir berdan wesayitên li ber otelê û xortûmên arkujan jî birîn û bi vî rengî nehiştin agir vemirînin. Ji bo agir gur bibe, camên otelê şikandin û paçikên bi benzînê ve dakiribûn, avêtin nava otelê. Komek ji leşkeran ên hatin ber otelê jî piştî demekê bi êrîşkaran re axivîn û ji herêmê çûn.
ÊRÎŞ BI KONTROLA RAYEDARÊN DEWLETÊ HATE KIRIN
Kesên wê wextê di otelê de asê mabûn, li rayedarên dewletê geriyan û xwestin tevdîr werin girtin. Tevî ku li Waliyê Sêwasê, Midûrê Emniyetê, Serokwezîr, Wezîrê Karên Hundir, Alîkarê Serokwezîr û lîderên partiyan ên wê wextê geriyan jî, ti tevdîr nehatin girtin. Ji midûrê Emniyetê yê Sêwasê Dogûkan Oner re hate gotin ku bûyer mezin bûye û tevî vê yekê jî Oner ferman da ku destwerdan neyê kirin. Êrîşkaran bi kontrola dewletê êrîş kirin û vê êrîşê 12 saetan dewam kir. Di êrîşê de 33 kesên ji bo bîranînê hatibûn Sêwasê jiyana xwe ji dest dan, 41 kesên asê mabûn jî bi derfetên xwe ji otelê derketin.
33 MIROV BI SAXÎ HATIN ŞEWITANDIN
Di komkujiyê de ku li dijî civaka Elewî hate kirin, nivîskar, helbestvan, hunermend, felsefevan, ozan û mirovên hîn zarok bûn, jiyana xwe ji dest dan. Ozan Mûhlîs Akarsû, nivîskar-lêkolîner Asim Bezîrcî, ozanên gel ên Elewî Bektaşî Nesîmî Çîmen û Hasret Gultekîn, helbstvan û nivîskar Metîn Altiok, karîkaturîst Asaf Koçak, helbestvan Behçet Sefa Aysan, rojnamevan Mehmet Kaynak, helbestvan Ûgûr Kaynar, helbestvan Edîbe Sûlarî, xwişk û birayên hev ên 12 û 15 salî Koray û Menekşe Kaya, herdu xwişkên Asûman û Yasemîn ên 16 û 17 salî, mêvana wan a Hollandî xwendekar Carîna Cûanna jî di nav de 33 kes hatin kuştin.
KUJER JI ALIYÊ DEWLETÊ VE HATIN PARASTIN
Dema ku komkujî hate kirin, yek ji nûnerên şerê qirêj ê li Kurdistanê Tansû Çîller Serokwezîr bû, Suleyman Demîrel jî Serokkomar. Tansû Çîller piştî komkujiyê got, "Şukir ji Xwedê re tiştek bi gelê me yê li derveyî otelê nehat." Suleyman Demîrel jî di dema komkujiyê de got, "Em ê nehêlin ku gel û hêzên ewlekariyê li hemberî hev rabin." Demîrel piştî komkujiyê jî got, "Bûyereke munferît e. Bi tundî hatiye sorkirin. Ji ber vê sorkirinê gel bi hêrs bûye û rabûye ser piyan. Hêzên ewlekariyê çi ji destê wan hatiye kirine." Wezîrê Karên Hundir Mehmet Gazîoglû jî Azîz Nesîn sûcdar dikir: "Ji ber tehrîkên Azîz Nesîn ên li dijî baweriya gel, gel sor bûye û nerazîbûn nîşan daye."
CEZAYÊ KOMKUJIYAN HATE DAXISTIN
Piştî komkujiyê roja 3'ê Tîrmehê 190 kes hatin destgîrkirin, 124 kes ji wan hatin girtin. 21'ê Cotmeha 1993'an rûniştina destpêkê ya dozê hate kirin. Biryara destpêkê jî piştî salekê yanî 26'ê Cotmeha 1994'an hate dayin.
Li 22 bersûcan 15 sal, li 3 bersûcan 10 sal, li 54 bersûcan 3 sal û li 6 bersûcan jî 2 sal cezayê girtîgehê hate birîn. 37 bersûcan jî beraat kirin. Piştî ku biryar hate temyîzkirin, doz sala 2001'ê bi encam bû. Li gorî biryara ku 9. Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind ve hate erêkirin, li 33 bersûcan cezayê mirinê, li çaran jî cezayê 20 salan ê girtîgehê, li yekî jî salek cezayê girtîgehê hate birîn.
BI HINCETA 'DEM DI SER RE BIHURÎ YE' DOZ HATE GIRTIN
Di dema dozê de hin ji berpirsyarên komkujiyê ji aliyê dewletê ve hatin veşartin, hinek jî reviyan derveyî welat. Hin bersûcên ku dihate îdîakirin bi bultena sor li wan tê gerîn, eşkere bû ku li saziyên fermî dixebitin. Bersûcê sereke yê komkujiyê Cafer Erçakmak, tevî ku li tevahiya cîhanê bi bultena sor lê dihate gerîn, derket holê ku li Sêwasê dima û sala 2011'ani mala xwe mir û li goristana Sêwasê hate veşartin. Doz piştî 20 salan, di Adara 2012'an de bi hinceta 'dem di ser re bihurî ye' hate girtin.
ERDOGAN: SER XÊRÊ BE
Serokwezîrê wê demê Tayyîp Erdogan, li ser pirsa derbarê betalbûna doza komkujiya Sêwasê de got, "Ji bo miletê me, ji bo welatê me li ser xêrê be."
Parêzerên kujeran jî di desthilatdariya AKP'ê de bûn wezîr, parlamenter û burokratên payebilind.
Hayatî Yazici ku parêzerê kujeran bû, cihê xwe di pêvajoya damezrandina AKP'ê de girt. Yazici di hilbijartinên 3'ê Mijdara 2002'an de ji Stenbolê çû parlamentê û di nava hikumeta 60. de bû Wezîrê Dewletê û Alîkarê Serokwezîr. Di hikumeta 61'ê de jî bû Wezîrê Gumruk û Bazirganiyê. Parêzerên kujeran Kemal Kûrt, Mehmet Bûlût, Bulent Tufekçî, Zeyîd Aslan, Alî Aşlik, Halîl Urun û Husnu Tûran bûn parlamenterên AKP'ê.
DAXWAZA HESABPIRSÎNÊ
Civak û saziyên Elewî piştî komkujiyê xwestin Otela Madimakê bibe "Muzeya Şermê" û bi darizandineke adîl, hesabê komkujiyê bê pirsîn. Lê belê ev 25 sal in daxwaza civata Elewî bi cih nayê anîn. Otela Madimakê jî niha weke "Navenda Zanistî û Çandê" tê bikaranîn.