'Beriya ku bi derengî bikeve qêrîna Leyla Guven bibihîsin'

Însîyatîva  Grevên Birçîbûnê ji bo Leyla Guven a ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye bang li raya giştî kir,''Beriya ku bi derengî bikeve vê qerînê bibihîsin.'''

Însîyatîva Grevên Birçîbûnê ya Girtîgehan ji bo grevên birçîbûnê li Gebzeyê daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniya çapemeniyê de pankarta ''Daxwaza Leyla Guven a me ye. Demildest divê tecrîd rabe'' hate rakirin, her wiha dowîzên ''Li bara daxwaza Guven bêdeng nemîne! Bêdengî dikuje'' hatin vekirin.''

Di çalakiyê de Parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Gergerlîoglu axivî.

GERGERLÎOGLU: NE JI BO XWE, JI GELAN LI BER XWE DIDE

Gergerlîoglu got Leyla Guven diviya li parlamentoyê bûye, bi zilm û neheqiyeke mezin ev heqê ewê hatiye desteserkirin û got, ''Leyla Guven ne ji bo wekîltiyê, ji bo tecrîda li Imraliyê dengê xwe radike. Heqê wê yê parlamenteriyê hate desteserkirin, ew ne li pey parlamenteriya xwe ye. Li pey daxwazeke birûmet û bişeref e, li pey jiyaneke bi aştî û biratiyê ye.''

HETA KU PIRSA KURD ÇARESER NEBE TIRKIYE NIKARE GAVEKÊ BIDE BER XWE

Gergerlîoglu bi bîr xist ku greva Guven kete roja 69'an, ev ji bo mirovan sînorê talokeyê ye, her wiha diyar kir ku 236 girtî ketine greva birçîbûnê û got, li  Tirkiyê heta ku pirsa Kurd neyê çareserkirin Tirkiye nikare gavekê bide ber xwe.

'TECRÎD RANABE WÊ MIRIN ÇÊBIBIN'

Gergerlîoglu got, ''Dengê berxwedana birûmet a Leyla Guven bibihîsin, ew ber bi mirinê ve diçe û heke tecrîd raanbe, şertên li Imraliyê baş nebin, Leyla Guven û 236 girtiyên li zindanan wê jiyana xwe ji dest bidin.''

'TECRÎDA LI IMRALIYÊ SÛCEKÎ MEZIN E'

Li ser navê Insîyatîva Girtîgehan a Grevên Birçîbûnê jî Yasemîn Uçer axivî û got, tecrîd sûcê dijî mirovahiyê û got, pergala tecrîda mitleq a li Imraliyê ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye danîn, li cîhanê mînaka wê tine û sûcekî mezin e ev.

'NEBIN HEVKARÊ VÎ SÛCÎ, DENGÊ XWE DERXÎNIN'

Uçer ji bo çalakiya Guven jî got, ''êdî em ketine rojên wiha ku vegera wê zehmet e' û bang li rêxistinên girseyî yên demokratîk kir ku guh bidin qêrîna Leyla Guven.

Uçer got bi berxwedana zindanan û derve wê dawî li tecrîdê were.