Beriya anîna Qeyûm, li ser personelan lêkolîna ‘veşartî’ hat kirin

Beriya ku qeyûmê bînin ser Şaredariya Peyasê ya DBP'ê bi 2 mehan, derkete holê ku bi îmzeya Midûriyeta Emiyeta Bajêr a Amedê belge ji MÎT û Midûriyeta Emniyetê re hatiye şandin û hatiye xwestin ku li personelan vekolin.

8’ê Kanûna 2016’an Şaredariya Peyasê ya DBP’ê hate desteserkirin. Hevşaredarê Şaredariyê Mehmet Alî Aydin hatibû girtin. Beriya ku şaredarî were desteserkirin qeyûm gelek karker ji kar avêtibûn. Piştre Zarokîstan a ku perwerdehiya Kurdî dida hatibû Tirkîkirin. Naveda Çanda Cegerxwîn jî bû navenda cemaetê. Beriya ku şaredarî were desteserkirin bi 2 mehan derkete holê ku Midûrê Emniyetê yê Bajêr Adnan Daştan belgeyek ji MÎT, Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr û Serokatiya Daîreya Îstîxbaratê re şandiye û karkerên şaredariyê hatine deqkirin.

Belge bi vî rengî ye: ‘Di xebatên agahîwergirtinê de ya bi aramnca deşîfrekirin û astengkirina xebatên rêxistina terorî ya PKK/KCK’ê de;

Li gorî ADNKS’êya li Navençeya Dêrikê ya Mêrdînê li Taxa ....Bi Nimroya Kuçeyê ....F.D yê ku li ê adresê ye.

Li gorî ADNKS’ê ya Kayapinarê li Taxa ...Bi Niroya Kuçeyê ...A.E yê ku li vê adresê dimîninin, her çendî li Şaredariya Peyasê naxebitin jî şaredarî weke ku ew li cem wan dixebitin nîşan daye,

Her wiha diyar bûye ku kesê bi navê F.D tim çekê bi xwe re digerîne.

PVS zêdek  -Agahiyên li jor ên xebatên îstîxbarî ku li gorî xala 7’an hatine bidestxistin, ji bilî ku xaricî were bikaranîn, em tika dikin ku weke delîleke hiqûqî neyê bikaranîn û encamên xebatê bi me re were parvekriin.’’

Balkêş ku piştî vê belgeyê ku dîroka wê 10 Cotmeh 2016 e, bi 2 mehan, 8’ê Kanûna 2016’an şaredarî hate desteserkirin.