Bêrîtan li qadên gerîlayan hat bibîranîn

Bêrîtan li qadên gerîlayan hat bibîranîn

Fermandara Gerîlayan Bêrîtan li qadên gerîlayan bi merasîmekê hate bibîranîn. Endama Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanên (KJK) Leyla Agirî di merasîma ku li Şehîdgeha Şehîd Bêrîtan pêk hat de axivî û diyar kir ku di şexsê DAIŞ’ê de li dijî hemû hêzên hegemonîk şer dane destpêkirin.

Bêrîtan di 22’emîn salvegera şehadeta xwe de li qadên gerîlayan hate bibîranîn. Endama Koordînasyoan KJK’ê Leyla Agirî, endamên Koordînasyona PAJK’ê Bêrîtan Cûdî, Rotînda Amed, Emîne Erciyes, fermandarên HPG’ê Têkoşîn Amanos, Tevfîk Hişyar, Ahmed Rûbar û gelek gerîla tevlî bûn.

LI DIJÎ ÎXANETÊ BÛ NAVÊ BERXWEDANÊ

Endama Koordînasyoan KJK’ê Leyla Agirî di merasîmê de axivî û di şexsê Bêrîtanê ku di 1992’yan de di Şerê Başûr de jiyana xwe ji dest daye, hemû şehîdên Şoreşê bi bîr anî û got ku ew ê girêdayê têkoşîna wan bin. Agirî çalakiya Bêrîtan wek azadiya gelekî, vejîna jinan îfade kir û wiha got: “Hevala Bêrîtan li dijî teslîmiyetê berxwedaneke mezin daye. Di dema herî krîtîk a şer de çalakiya wê bi wê bi vegereke mezin vegeriyaye jiyaneke mezin û ji têkoşînê re bûye ronahî. Bi îxaneta biratiyê re xist xeleka mirinê û bi hişmendî û dilê xwe ji bo hêviyê bûye bersiv, ji bo jiyaneke bi rûmet canê xwe kiriye mertal, li dijî îxanetê li eniyan bûye navê berxwedan û azadiyê.”

 EM Ê TU CAR DEST JI XETA BERXWEDANÊ BERNEDIN

Agirî bi lêv kir ku şehadeta Bêrîtan tê wateya vejîna ji nû ve ya civak, gel û heqîqetê û rêya diçe jiyana azad di şervanî û berxwedana mezin de derbas dibe û ev jî di şexsê Bêrîtan de hatiye fêrkirin. Agirî wiha pêde çû: “Bêrîtan ji bo meşa azadiyê ya Kurdan bûye bangek mezin. Ji ber ku em Kurd her tim di her dema dîrokê de bi îxanetên hundir û derve re rû bi rû mane. Bi şehadeta hevala Bêrîtan re rastiya gelekî ku hewl dihat dayîn bê tunekirin, ji nû ve hatiye zindîkirin. Bêrîtanê felsefeya Rêber Apo di jiyan û feraseta xwe ya çalakiyê de baş fêm dikir û pêk dianî. Bûye rêhevalê Mazlûman, Kemalan, Xeyriyan. Li dijî îxanet û koletiyê, tercîha xwe ya azadiyê îspat kir. Ji ber ku bêçaretî ferzkirina dijmin bû.”

KOBANÊ DÎROKÊ DINIVÎSE

Agirî destnîşan kir ku li Kobanê dîrok tê nivîsin û bi hemû hêzên serdest re şer dikin û wiha got: “Ev 40 roj e ji aliyê YPG û YPJ’ê ve dîrok tê nivîsin û bi hezaran şahid û şehîdên vê dîrokê heye. Di şexsê Arîn Mîrxan de em hemû şehîdên Rojava bibîr tînin.”

Piştî merasîma leşkerî Leyla Agirî û Bêrîtan Cûdî bi gerîlayan re civînek pêk anîn. Agirî der barê pêvajoya dawî ya siyasî de, Cûdî jî der barê kesên di meha Cotmehê de jiyana xwe ji dest dane bi gerîlayan re axivîn.

Piştî axaftinan gerîlayan li ser gora Bêrîtan stran gotin. Li ser wesiyeta Bêrîtan weke ku her sal dihat kirin îsal jî helaw hat belavkirin.

Merasîm bi dirûşmayên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.