Berhem Salih: YNK divê êdî nebe pêveka KDP’ê
Berhem Salih: YNK divê êdî nebe pêveka KDP’ê
Berhem Salih: YNK divê êdî nebe pêveka KDP’ê
Cigirê sekreterê Giştî yê YNK Dr Berhem Salîh diyar kir ku îtîfaza YNK û KDP’ê rê li ber qezencên mezin vekiriye û got divê êdî YNK ji pêveka KNK’ê derkeve.Li gorî pergalên partiyên heyî yên Herêma Federal a Kurdistanê ji guherînên civakî re nabe bersiv.
Li gorî rojnameya Rudawê serokwezîrê berê Berhem Salih, li ser hesabê xwe yê Facebookê nirxandinek weşandiye û balkişandiye ser têkiliyên YNK û KNK’ê û rexneyên xwe vegotiye.
Berhem Salih diyar dike ku divê YNK ji pêveka KDP’ê derkeve û got: “Bê guman îtîfaqa KDP û YNK’ê rê li ber qezencên mezin vekir. Lê li gorî min îtîfaq êdî tê wateya hevsengiyê.
Salih wiha got: “Ji ber vê yekê divê YNK nebe pêveka tu hêzekê û bernameya xwe li gorî xwe amade bike. Ger ne wisa be dê YNK birize.
Îtîfaqa navbera YNK û KDP’ê şerê navxweyî bi dawî kir lê rê li ber hinek encamên neyînî jî vekiriye. Ji ber rêveberiya du serî beşeke mezin a civakê tevli biryar û rêveberiya welat nabe. Pergala partiya Herêma Federal a Kurdistanê ji bo guherînên civakî nabe bersiv.”