Berê gerîlayên El Salvadorî bûn, niha yên YPG’î!
Berê gerîlayên El Salvadorî bûn, niha yên YPG’î!
Berê gerîlayên El Salvadorî bûn, niha yên YPG’î!
Çepgirên Elman û dij-faşîst ku ji bo ji YPG’ê re çek bên temînkirin kampanya dan destpêkirin di 6 rojan de 23 hezar Euro berhev kirin. Ev kampanyaya ku niha ji bo YPG-YPJ’ê hatiye destpêkirin di sala 1980’ê de jî ji bo gerîlayên El Salvadorî hatibû destpêkirin û 5 mîlyon Mark hatibû berhevkirin.
Navê kampanyayê ‘Pereyê saetekê bişînin El Salvador’ bû. Rêxistinên çep ên Elman, sendîka û dêran ji bo ku ji gerîlayên El Salvador re çek bên girtin di sala 1980’ê de kampanya dan destpêkirin. Di yekemîn hefteya kampanyayê de mîlyonek Mark hat berhevkirin. Fikra esas ev bû; ji bo parastina aştî û azadiyê divê şoreşgerên El Salvadorî bên silavkirin.
Di 3'ê mijara 1980’î de kesên îlan dan rojnameya "Tageszeitung" wiha gotin: “Divê gel qezenc bike. Aştiyek din ne mimkun e. An jî wê bi hezaran kes bên qetilkirin” Bi salan ji bo El Salvador çalakî pêk hatin û kampanyaya heta 1992’an berdewam kir bi giştî 5 mîlyon mark hat berhevkirin.
PIŞTÎ BI SALAN ŞÛNDE DÎSA KAMPANYAYA ÇEKAN
Hezkiriyên aştiyê, dij mîlîtarîst, dij kapîtalîst û dij faşîstên piştî salan şûnde vê carê tabu ji bo hêzên YPG û YPJ’ê şikandin. Ji aliyê Organîzasyona Nû ya Dij Kapîtalîst (NaO), Çalakiya Antî Faşîst a Şoreşger a Berlînê (ARab) û Înîsiyatîfa Perspektîfa Kurdistanê di rojên buhrî de kampanyaya bexşê ya girtina çekan a ji bo YPG’ê da destpêkirin. Di kampanyayê di 6 rojên ewil de 23 hezar Euro hat berhevkirin.
Hat gotin ku organîzatorên kampanyayê wê pereyên berhev bikin ji PYD’ê bişînin.