Berdana girtiyê 31 salan careke din hate astengkirin
Berdana Alî Koç ku 31 sal in dîlgirtî ye, cara duyemîn hate astengkirin. Koç ji ber ku poşmaniyê qebûl nake, nayê berdan.
Berdana Alî Koç ku 31 sal in dîlgirtî ye, cara duyemîn hate astengkirin. Koç ji ber ku poşmaniyê qebûl nake, nayê berdan.
Alî Koç ku di 15'ê Kanûna 1992'yan de li Amedê hate girtin û ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ya Amedê ve bi îdiaya "Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê" cezayê heta bi hetayê lê hate birîn, zêdeyî 31 sal in di girtîgehê de ye.
Koç ku piştî girtîgehên Amed û Dîlokê 16 sal in li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Karabûkê tê girtin, diviyabû di 15'ê Kanûna 2022'yan de bihata berdan lê ji ber biryara Lijneya Îdare û Çavdêriyê nehat berdan. Heyetê bi hinceta 26 cezayên cuda yên dîsîplînê li Koç hatine birîn û ji girtiyên siyasî dûr neketiye, înfaza wî salekê taloq kir.
Şandeya Çavdêrî û Îdareyê piştî salekê di meha çileyê de careke din rewşa berdana Koç nirxand û bi heman hincetê careke din înfaza wî taloq kir. Lijneyê vê carê înfaza Koç 3 mehan taloq kir.
Koç ku têkildarî mijarê bi malbatê re axivî , ragihand ku li wir ji 24 girtiyan înfaza 14 girtiyan qediyaye lê nayên berdan û bang li raya giştî kir ku di vî warî de hesas be.