Lêkolîner û dîrokzan Foti Benlîsoy bersiv da pirsên ANFê yên derbarê bûyerên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê diqewimin de û diyar kir ku AKP amadekariya gurkirina aloziya di navbera Kurd û Ereban de dike.
Lêkolîner û dîroknas Foti Benlîsoy bersiv da pirsên servîsa Tirkî ya ANFê û bal kişand ku li pişt hemû planên Tirkiyeyê yên li ser Sûriyeyê pirsgirêka Kurd heye û da zanîn ku naxwaze şêwazek weke ya Başûrê Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê çêbibe.
Benlîsoy bal kişand ser gumana dewleta Tirk a li hemberî Rojavayê Kurdistanê û got: “Gumana li Rojavayê Kurdistanê çêbûna ceribandineke travmatîk a weke ya li Başûrê Kurdistanê dihêle ku Tirkiye ji destpêkê ve bi awayeke çalak di nava bûyerên li Sûriyeyê de cih bigire. Ji ber vê jî Tirkiyeyê hewl da ku Desteya Neteweyî ya Sûriyeyê guh nede daxwazên demokratîk ên gelê Kurd.”
Benlîsoy destnîşan kir ku hin alternatîfên Tirkiyeyê hene û got: “Piştî ku PYDê dest bi çalakbûna li Rojavayê Kurdistanê kir, Tirkiyeyê stratejiyên cûda xist dewrê. Mîna gotina PYD û PKKê bi Esad re peymanek îmze kirine, ev gotin tenê ji bo navxweyî ye. Di heman demê de di pevçûnên li Sûriyeyê de Tirkiye vê argumanê derdixe pêş. Tirkiye li Sûriyeyê bi komên cuda yên muxalîfan re hevdîtin pêk tîne, di heman demê de dixwaza aloziya di navbera PYD û muxalefeta Kurdan de mezintir bike. Hewl dide ku vê gotinê belav bike. Em dibînin ku di vê mijarê de gumanên muxalefeta Ereban jî li ser PYDê çêbûn.”
Belînsoy da zanîn ku Tirkiye dixwaze bandora xwe ya li ser Artêşa Sûriyeya Azad bi kar bîne û bi vî awayî hewl da ku provakasyuonan pêk bîne. Got: “Mirov dikare hin bûyerên li parêzgeha Hesekê bi vê yekê ve girê bide. Hema bêje Tirkiye dixwaze bingeha gurbûna pevçûnên Kurd-Ereban amade bike. Ev titşek pir xeter e” û da zanîn ku komên Îslamî yên ji aliyê Qeter û Erebîstana Siûdî ve tên destekkirin û Selefî ji ber vê yekê xurt dibin.
Belînsoy bal kişand ser têkiliya “taybet” a Tirkiyeyê ya bi Birayên Misilman re û got: “Jixwe gotina Îslama nerm belav dibe. Di heman demê de Tirkiye bingeha pevçûnên Kurdan û Ereban çêdike.
QÛRBANÊN HERÎ MEZIN ÊN REJÎMA BAASÊ KURD IN
Belînsoy destnîşan kir ku yên herî zêde bûne qûrbanê rejîma Baasê Kurd in û bal kişand ku di dema jimartina 1960ê 100-120 hezar Kurd ji mafê hemwelatiyê bêpar hatine hiştin. Belînsoy ji bo vê yekê jî mînaka Komkujiya Qamişloya ku sala 2004 li hemberî Kurdan pêk hat da.
Fotî Belînsoy bersiv da pirsa derbarê destwerdana Tirkiyeyê ya li hemberî Rojavayê Kurdistanê û got: “Hêvîdar im ku tecîhek wiha nayê kirin. Ger ne tercî be wiha dibe: Li dijî desthilatiya AKPê nerazîbûnên cûda hene. Dibe ku ji bo van nerazîbûnan li îtîfaqeke hêsanker digerin” û wiha domand:“Her tim li pişt manîpulasyonanên destwerdana leşkerî ya Tirkiyeyê ya li dijî Sûriyeyê her tim pirsgirêka Kurd heye.”
Belînsoy bal kişand ku di çalakiyên li Sûriyeyê de dirûşima sereke “Qatil DYA, ji Rojhilata Navîn Bicehinime” ye û wiha domand: “Tu dibêjî qey polîtîkayên AKPê yên li Sûriyeyê ji ferzkirina DYAyê ne tu titşek din e.