Belgefilma Asaf Koçak li Viyanayê hate nîşandan
Belgefilma ‘Dîno’ ya ku qala jiyana karîkatur û wênegir Asaf Koçak ê di qetlîama Sêwasê de jiyana xwe ji dest dabû, li paytexta Avûstûrya Viyanayê hate nîşandan.
Belgefilma ‘Dîno’ ya ku qala jiyana karîkatur û wênegir Asaf Koçak ê di qetlîama Sêwasê de jiyana xwe ji dest dabû, li paytexta Avûstûrya Viyanayê hate nîşandan.
Federasyona Gelên Anatolyayê nîşandana belgefilmê lidarxistin û derhênerê belgefilm Kerem Tekoglû (Keremo) jî beşdar bû.
Beriya nîşandana belgefilmê ji bo bîranîna kesên di qetlîama Sêwasê de jiyana xwe ji dest dayîn deqîqeyek rêz hate girtin û hevpeyvîn hate kirin.
Belgefilm qala jiyana Asaf Koçak dike. Di belgefilmê de ji ber Koçak Kurd û Sunnî ye têkilî danîna bihêz yên bi Elewiyan re jî tê nîşandan.