Belavbûna Korona vîrûsê ya li cîhanê didome

Her diçe li tevahî cîhanê hejmara kesên bi Koronayê dikevin zêdetir dibin. Zêdetir 200 hezar kes b i vîrûsê ketine. Nêzî 10 hezar kes jî ji ber vîrûsê mirin. Li gorî daneyên dawî yên Zanîngeha John Hopkînsê ji derveyî Çînê 100 hezar kes bi vîrûsê ketine.

TIRKIYE

Rayedarên Tirk ragihandin ku 191 kes bi vîrûsê ketine. Li welat li gorî daneyên dewletê 3 kes mirine. Lê tê texmînkirin ku hejmara kesên ji ber vîrûsê mirin û pê ketine jî hê zêdetire. TTB diyar dike ku hejmara ku dewlet radigihîn, hê zêdetir kes bi vîrûê ketine. Rexne li dewletê tê kirin ku tedbîrên baş nehatine girtin.

ÎRAN

Li Îranê hejmara kesên ji ber Koronayê mirin gihişte hezar û 284’an. Alîkarê Wezîrê Tenduristiyê Elî Riza Reîsî ragihand ku di nava 24 saetan de 149 kes mirin. Reîsî ragihan bi giştî 18 hezar û 407 kes jî bi vîrûsê ketine.

ÎTALYA

Li Îtalyayê li gorî daneyên duh 475 kes ji ber vîrûê mirin. Ev dane bû hejmara herî mezin a li Îtalyayê di rojekê de ev qas kes bimirin. Li Îtalyayê bi qasî 3 hezar kes ji ber vîrûsê mirine. Îtalya Başûrê Kore, Îran jî derbas kir, ji derveyî Çînê bû welatê ku herî zêde kes bi vîrûsê ketine. Li welat hejmara kesên bi vîrûsê ketine 30 hezar kesî derbas kir.

ELMANYA

Li Elmanya ya ku heta niha 31 kes ji ber vîrûsê mirine, 2 hezar û 801 kes jî bi vîrûsê ketine. Li welat bi tevahî 10 hezar û 999 kes bi vîrûsê ketine.  Herî dawî testa Cem Ozdemî yê ji Partiya Keskan pozîtîf derket.

RÛSYA

Li Rûsyayê heta niha kesek ji ber Koronayê miriye. Hate ragihandin jineke 79 salî ku li nexweşxaneyeke Moskova dihate dermankirin miriye. Li Rûsyayê heta niha li gorî hatî tesbîtkirin 147 kes bi vîrûsê ketine.

FRANSA

Wezîrê Karê Hundir ê Fransa Chrîstophe Castaner qedexeya derketina kolanan a Sêşemê ji bo 15 rojan ragihandibû, dirêj kir.

ÎNGÎLTERE

Li Îngîltereyê bi qasî hatî tesbtkirin 2 hezar kes bi vîrûsê ketine. Serokwezîr Borîs Johnson anî ziman ku heta ne neçarî be divê kes ji malên xwe dernekevin, ji xwaringeh û restorantan dûr bikevin.

MEKSÎKA

Li Meksîka ku 118 kes bi vîrûsê ketine, kesek mir. Wezîrareta Tenduristiyê ragihand ku kesê ji ber vîrûsê mirî mêr e û 41 salî ye.

DYE

Li DYE’yê hejmara kesên ji ber vîrûsê mirin gihişte 155’an. Li tevahiya welat 9 hezar û 464 kes jî bi vîrûsê ketine.

ÇÎN

Li Çînê ya ku vîrûsa Koronayê derket û daneyên fermî hatin girtin û heta niha cara yekê ye ku tu kes bi vîrûsê neketiye. Komîsyona Tenduristiyê ya li Pekînê ragihand ku ji duh û vir ve nexweşî belavî tu kesî ne bûye. Hejmara kesên li Çînê bi vîrûsê ketine 80 hezar û 928, 3 hezar û 245 kes jî ji ber vîrûsê mirin.