BDP û KCD, bi serokên Komîsyona Mirovên Aqilmendan re rûniştin
BDP û KCD, bi serokên Komîsyona Mirovên Aqilmendan re rûniştin
BDP û KCD, bi serokên Komîsyona Mirovên Aqilmendan re rûniştin
Heyeta ku Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk û Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş serokatiya wê dikir, bi serokên Komîsyona Mirovên Aqilmend re hevdîtinek pêk anîn. Têkildarî hevdîtinê Serokwekîlê Koma BDP’ê Îdrîs Baluken got ku ji Heyeta Mirovên Aqilmend xwestine bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtinê bikin.
Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk, Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Serokwekîlê Koma BDP’ê Îdrîs Baluken û Parlamenterê BDP’ê Altan Tan ji bo di pêvajoya çareseriya demokratîk de rewşa dawî binirxînin bi Serokên Komîsyona Mirovên Aqilmend re li Meclîsê hatin gel hev. Piştî hevdîtina saet 13.00’an a ji çapemeniyê re girtî Serokwekîlê Koma BDP’ê Îdrîs Baluken daxuyaniyeke kurt da. Baluken, destnîşan kir ku Heyeta Mirovên Aqilmend çavdêriyên xwe bi wan re parve kirine û bi vê hevdîtinê re yekser agahiya wan ji çavdêriyan çêbûye. Baluken, her wiha got ku wan jî hevdîtina bi hikûmetê re bi Heyeta Mirovên Aqilmend re parve kirine û wiha berdewam kir: "Heyeta Mirovên Aqilmend wê di nav du rojan de bi Serokwezîr re hevdînê çêbikin. Û vê raporên 7 herêman bidin.” Baluken, got ku wan xwestiye heyet bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê çêbikin.
Baluken, da xuyakirin ku di civînê de li ser rewşa girtiyên "KCK"ê û bûyerên Parka Gezî jî axivîne û di axaftina xwe de anî ziman ku pêwîst e hefteya pêşiya me heyetek din biçe Îmrali.