BDP rojnameya Starê şermezar kir

BDP rojnameya Starê şermezar kir

BDP’ê rojnameya Starê ku alîgirê hikûmetê ye, nûçeyên ku derbarê parlamenterê Wanê Ozdal Uçer de weşandibûn derewand û rojname şermezar kir.

Navenda giştî ya BDP’ê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku, di hejmara îro ya rojnameya Starê de derbarê parlamenterê me yê Wanê Ozdal Uçer de îdiayên derveyê rastiyê cih girtiye û bi awayekî vekirî parlamenterê me hedef hatiye nîşandan.

BDP’ê da zanîn ku di nûçeya rojnameyê de tê îdia kirin ku, Uçer di taziyê de banga ‘çek girtinê’ ligel kiriye û got: “Ev îdia tu rastiya wê tune.”

BDP’ê di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got: “Roja bûyerê hin kesên sivîl ku nayên zanîn kî ne bi çekên lule dirêj bê destûr ketine konê sersaxiyê û berê çekan dane kesên di kon de û welatiyên di konde tehdît kirine. Ji ber vê yekê parlamenterê me birêz Uçer bang li van kesan kiriye ku bila demildest ji kon derkevin û li hemberî gelê me bê rêz tevnegerin. Parlamenterê me Uçer bang li gel kiriye ku bila xwedî konê sersaxiyê bê derketin.”

Nûçeya ku di rojnameya navê wê derbas dibe de tu rastiya wê tune û bi awayekî aşkera parlementerê me hedef hatiye nîşandan.

Ev bûyera ku mehek berê pêk hatiye berovajî kirine û balkêşî ku operasyonên li hembeî şaredarî û saziyên Wanê pêk hatine ketine heman rojê. Tê xwestin ku bi vê bûyerê operasyona li Wanê pişt perde bikin.

Em rojnameya Starê ya ku parlamenterê me hedef nîşan daye şermezar dikin û bang li rayagitşî dikin ku bila li dijî şerê psîkolojîk bi hîstiyar tevbigerin.”