BDP: Rewşa xetimandî dikare bi muzakereyê vebe

BDP: Rewşa xetimandî dikare bi muzakereyê vebe

Desteya Rêveberiya Navendî ya BDP'ê diyar kir ku pakêta AKP'ê aşkera kir ne dikare rewşa xetimandî veke ne jî pêşî li rêya çareseriya mayînde veke û got, "Bi muzakereyê, bi afirandina navîn û derfetên têrker ên ji bo muzakereyeke kûr û bi avakirina komîsyonên pêwîste re, pêşî li pêvajoyê dikare were vekirin."

Encamên Civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya BDP'ê, ku di 2'ê Cotmehê de hat lidarxistin, bi daxuyaniyeke nivîskî ji raya giştî re hatin aşkerakirin.

Di daxuyaniyê de, der barê pêvajoya çareseriyê de tespît hatin kirin û hat gotin, "Hevdîtinên ev saleke heyeta dewletê bi Birêz Ocalan re dimeşîne, îro gihaştiye qonaxeke nû. Weke ku tê zanîn, bi destpêkirina vekişîna hêzên çekdar ên KCK'ê re diviyabû li gorî bernameya vê pêvajoyê navgînên muzakereyê bihata afirandin, gavên ji bo demokratîkbûyînê bihata avêtin û di dawiyê de jî asayîbûyîn pêk bihata."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku piştî hevdîtin ji raya giştî re hat aşkerakirin û heta niha mirovek bi tenê jî jiyana xwe ji dest nedaye û ev yek destketiyeke. BDP'ê diyar kir ku li gel vê destketiyê jî, ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û bidawîkirina pevçûnan, pêvajoyek nehatiye jiyîn.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di vê de gava neavêtina dewleta Tirk rol lîstiye û wiha hat gotin:

"Beranberî hewldana KCK'ê ya vekişîna hêzên çekdar qanûna vekişînê jî nehatiye derxistin, Heyeta Mirovên Aqilmend bi formateke cuda hatiye avakirin û naveroka Komîsyona Meclîsê jî hatiye valakirin. Bi lez û bez çêkirina qereqol û kalekolan, peydakirina cerdevanên nû, neavêtina gavên ji bo demokratîkbûyîn û vegerê, dewamkirina sîstema Îmraliyê, pêvajoya çareseriya demokratîk xistiye rîskê û xetimandiye. Ji ber ku pêvajo xetimî û gavên pêşvebirina pêvajoyê nehatin avêtin, KCK'ê di rojên bihurî de biryara rawestandina vekişînê da."

PAKÊT PÊŞÎ LI ÇARESERIYEKE BINGEHÎN VENAKE

Di daxuyaniyê de, "pakêta" ji aliyê Serokwezîrê Tirkiyê Tayyîp Erdogan ve hat aşkerakirin bû mijara nirxandinê. Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin, ku pakêt ne pakêteke ku karibe vê rewşa xetimandî veke û ev rexne hat kirin:

"Hin xalên di pakêtê de cih digirin, mafên ku gelê me bi berdêlên mezin qezenç kirine û ji xwe bikar tîne ye. Mîna sîstema hevserokatiyê.

Di mijara zimanê dayikê de, ku êdî qet nabe qedexeyên wê were parastin hînê qedexe dewam dike. Pakêta ku ji zimanê dayikê re nekarî bêje "zimanê dayikê" li dibistanên taybet ji bo dersên Kurdî rê vekir. Bend nehatiye vekirin, sîstemên hilbijartinê ji nîqaşê re hatine vekirin.

Pirsgirêka bingehîn a pakêtê ew e, ku di mijarên rakirina sîstema cerdevaniyê, pirsgirêka rêveberiyên herêmî, TCK, TMK û vegera gundan, ji bo çareseriyê van gavên bingehîn neavêje.

PAKÊTÊ JI KURDAN RE NEGOTIYE KURD JI ELEWIYAN RE NEGOTIYE ELEWÎ

Ev pakêt gelekî dûrî raporên Heyetên Mirovên Aqilmend û daxwazên komên civakê ye. Tevî nekarî ji Kurdan re bêje Kurdi ji Elewiyan re jî negotiye Elewî û ji bo Elewiyan azadiya baweriyê destnîşan nekiriye. Daxwazên Ermeniyan, Rûman, kesên LGBT'yî yên mexdûrên bingehîn ên tawanê nefretê ne, ji nedîtî ve hatine. Ev pakêt, di asta heyî ne dikare rewşa xetimandî ya pêvajoya çareseriya demokratîk veke ne jî dikare pêşî li çareseriya mayînde veke."

Desteya Rêveberiya Navendî ya BDP'ê diyar kir ku ji bo pêşî li rêveçûna pêvajoyê bê vekirin, divê hevdîtinên beriya salekê li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, bi formateke nû dewam bikin, veguherin muzakereyê, ji bo muzakereya kûr derfet bên afirandin û komîsyonên pêwîst bên avakirin.

EMÊ HER TIM XWEDÎ LI ŞOREŞA ROJAVA YA JI ROJHILATA NAVÎN RE MÎNAKE DERKEVIN

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser êrîşên li dijî Rojava û hat gotin, "Êrîşên li dijî Kurdên li Rojava dijîn, êrîşên li dijî hebûna mezin a gelê Kurd û vîna xwerêveberiyê ye."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Kurdên li Rojava li Sûriyê bi pejirandina xeta sêyemîn re bi gelên din re şoreşa demokratîk pêk anîne û êrîşên çeteyên El Qaîde û El Nûsra yên di sala 2. a şoreşê de hatin bibîrxistin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Armanca wan ew e ku Rojava bikşînin nava şerê navxweyî, gelê Rojava penaber bikin, herêmê ji Kurdan xalî bikin û xwe li wir bicih bikin. Ji aliyê her kesî ve tê ziman ku ev hêzên mijara gotinê destekên xwe yên lojîstîkî ji Tirkiyê digirin, birîndarên xwe bi hêsanî li Tirkiyê derman dikin û ev piştgirî hînê dewam dike." 

BDP'ê mesaja piştgiriya bi Rojava re da û got, "Êdî pêşeroja gelên me bi hev re girêdayî ne. Bi xwedîderket û piştgiriya bi gelê Rojava re emê dawî li van êrîşan bînin."