BDP: Operasyonên KCK’ê didomin

BDP: Operasyonên KCK’ê didomin

BDP bi armanca balê bikişîne ser binçavkirin û girtinên demên dawî  diyar kir ku ev opersyonên KCK’ê bêdeng û kur didomin û got bi van operasyonan beriya hilbijartinên herêmî BDP hedef tê girtin.

Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqê ya BDP’ê bi armanca bale bikişîne ser operasyonên girtin û binçavkirinê daxuyaniyek nivîskî da.

BDP’ê da zanîn ku ev saleke pêvajoya çareseriya demokratîk didome û gihiştiye asteke cidî û xesas. BDP’ê destnîşan kir ku Kurdan berpirsyariya ku ketiye ser milê wan pêk aniye û hemû pêngavên pêwist avêtiye û wiha got: “Lê AKP li şûna ku pêşniya siyaseta demokratîk vebike, hemû bendewariyên raya giştî ji nedîtîve tê. Operasyonên KCK’ê hemû mafên makeqanûnî tune dihesibîne û bêdeng û kurtir didome. Di meha cotme û midjarê de di bin navê KCK’ê de li Stenbol, Amed, Dêrsim, Şirnex, Colemêrg, Êlih, Riha û Wanê operasyon pêk hat û 158 kes hatin binçavkirin.

Em BDP careke din diyar dikin ku ev operasyonên siyasî tu aliyê wê yên hiqûqî nîne. Divê çarçvoeyê de heta ku sererastkirinên qanûnî çênebin, ne mumkune ku pêvajoya çareseriyê baş bimeşe. Îro hêj bi hezaran girtiyên siyasî li girtîgehanin. Ji sala 2009’an heta niha bi van operasyonên pêk tên hikûmet hewl dide pirsgirêka kurd bi vê çareser bike û israr dike. Ev operasyonên beriya hilbijartinên herêmî pêk tên, li hemberî partiya me pêk tê. Divê kanalên darazê demildest dawî li van operasyonan bîne û di serî de hilbijêrên kurd hemû girtiyên siyasî berde.

Heta ku hikûmet bi sererastkirinên qanûnî pêşiya siyaseta demokratîk veneke, siyaseta demokratîk neke bin ewlehiyê, mahkumê wendakirinê ye ev jî zirarê dide pêvajoyê.”