BDP’ê têkildarî ‘Girtekên Îmralî’ daxuyanî da

BDP’ê têkildarî ‘Girtekên Îmralî’ daxuyanî da

BDP'ê piştî girtekên hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatin kirin di Rojnameya Mîlliyetê de hatin weşandin lêpirsîna navxweyî da destpêkirin û encama wê aşkera kir. BDP'ê diyar kir ku, du endamên Meclîsa Partiyê îstîfa kirin û xebatkarê çapemeniyê jî ji kar hate derxistin.

Navenda Giştî ya BDP'ê piştî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk anîn girtekên hevdîtinê di Rojnameya Mîlliyetê de bi sernavê "Girtekên Îmraliyê" hate weşandin lêpirsîna navxweyî da destpêkirin û têkildarî vê yekê de daxuyanî da. Di daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê BDP'ê ve hate dayîn wisa ye: "Weke tê zanîn ku, di 23'ê Sibata 2013'an de heyeta BDP'ê ya ji 3 kesan pêk tê li Îmraliyê bi Birêz Ocalan re hevdîtin pêk anîbû. Partiya me ev hevdîtin gelek girîng dît û ji bo hevdîtinê bi partiyê re parve bikin nivîsandin û ji Lijneya Rêveber a Navendî, Koma Meclîsê û Meclîsa Partiyê re di civînan de hatin xwendin. Partiya me ji bo ev metîn neyê zêdekirin biryar hatibû girtin."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, ligel vê yekê beşekî metînê di Rojnameya Mîlliyetê hate weşandin û li ser vê yekê biryara di nava partiyê de lêpirsîn bê destpêkirin hate girtin, navenda partiyê gihişte van encaman û wiha hate destnîşankirin: "Ligel biryara metîn neyên kopîkirin 2 endamên Meclîsa Partiya me M.Rauf Kocaman û Resul Baykara di navbera civînê de bêyî agahiya partiyê girtek ji xwe re zêde kirin. Dema endamên Meclîsa Partiya me ji xwe re kopî dikirin xebatkarên partiyê jî ji xwe re ji bo bixînin kopî kirin. Xebatkarê buroya çapemeniyê Alî Ozguç ji bo rojnameger Alper Atalay wêneyê metînê bikşîne destûr da. Hate fêmkirin ku girtekên di Mîlliyetê de hatin weşandin qeyda wêneyê ye. Rayedarên partiya me di encama lêkolînê de gihiştin van encaman:

Endamên Meclîsa Partiya me li gorî berpirsiyarên xwe tevgeriya û bi armanca rexnedayîna xwe bidin îstîfa kirin. Xebatkarê çapemeniyê yê partiya me jî Alî Ozguç ji ber bêyî agahiya rêveberiya partiyê girtek bi xebatkarekî çapemeniyê re parve kir ji kar hate derxistin. Rayedarên partiya me berpirsyariya xwe dizanin. Hevdîtina li Îmraliyê ji bo bê weşandin nehat kirin. Ji ber ku bêyî agahiya wî hevdîtin bi çapemeniyê de cih girtin em lêborîn ji Birêz Ocalan dixwazin. Em dixwazin sazî û kesên navên wan derbas dibin lêborîna me qebûl bikin. Em kesên partiya me, rêveberên me û rayedarên me hedef digirin û agahiyên şaş diweşînin em şarmezar dikin."