BDP’ê li Edene û Elbakê starta xebatên hilbijartinê da

BDP’ê li Edene û Elbakê starta xebatên hilbijartinê da

BDP'ê li Edene û Elbakê starta xebatên hilbijartinên heremî dan.

Rêxistina BDP'ê ya Edeneyê, li avahiya xwe bi civîna çapemeniyê starta xebatên hilbijartinên heremî yên ku di 30 Adara 2014'an de bê kirin dan. ÎHD, Rêveberên Partiya Demokratîka Gelan (HDP) û nûnerên saziyên civaka sîvîl tevlî civîne bûn. Serokê BDP'ê yê Edeneyê Ugur Bayrak, balkişand ser pêvajoya ku di 21 Adara Newroza Amedê de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan ve hatî destpêkirin û wiha got: "Me jî wek parazwanên wê pêvajoyê karên xwe hêzdar kirin. Em armanc dikin ku di qada siyaseta demokratîk de him li Kurdistanê him jî li bajarên rojava bi hemû dostên xwe re bi serbikevin. Em armanc dikin ku 99 şaredariyên xweyê heyî bi parêzin û hijmara xwe du qat bikin. Em li Edeneyê bi HDP'ê starta xweya hilbijartinê didin. Em armanc dikin ku li Edeneyê bi gelek şaredariyê bibin desilatdar. Baweriya meya bi me temame."

Bayrak diyar kir ku serlêdana heta 17 Cotmehê qebûl dikin.

ELBAKÊ

Rêxistina BDP’ê ya Elbakê têkildarî hilbijartinên herêmî civînek li dar xist û civîn rastî eleqeyeke mezin hat.

Rêxistina BDP’ê ya Elbakê têkildarî hilbijartinên herêmî yên sala 2014’an civînek lidarxist. Di salona aîdî Şaredariya Elbakê ya 500 kesî de ji ber tevlîbûna zêde gelek hemwelatî li ser lingan civîn şopandin. Di civînê de ligel hejmareke zêde ya hemwelatiyan Alîkarê Serokê Rêxistina BDP’ê ya Wanê Azîm Yacan, Serokê Rêxistina BDP’ê ya Elbakê Senar Yeşîlirmak, Şaredara Elbakê Eylem Açikalin, endamên Meclîsa Giştî ya Bajêr, endamên Meclîsa Şaredariyê, MEYA-DER, KURDÎ-DER û şaredarê berê yê Elbakê yê ji wezîfeyê hatibû wergirtin Îhsan Guler beşdarî civînê bûn.

Civînê bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokratîk de jiyana xwe ji dest dane destpê kir.
Di civînê Alîkarê Serokê Rêxistina BDP’ê ya Wanê Azîm Yacan got, "Em li vir nîqaşa, em ê li Elbakê bi ser bikevin an na nakin. Em hatine vir da ku em nîqaş bikin bê xweseriya demokratîk çawa bi hev re ava bikin. Hîn namzetê me ne diyar e. Em ê namzetê xwe bi pêşhilbijartinê hilbijêrin.”

Civîn piştî axaftinan bi dawî bû.