BDP’ê li Amedê starta hilbijartina herêmî da

BDP’ê li Amedê starta hilbijartina herêmî da

Komîsyona Hilbijartinên Herêmî yên 2014'an a BDP'ê ya Amedê têkildarî hilbijartinan daxuyaniyek da û destnîşan kir ku di hilbijartinên herêmî yên 2014'an de wê ji bo gelê kurd û alîgirên çareseriya demokratîk referandumek pêk bê.

Komîsyona Hilbijartinên Herêmî yên 2014'an a BDP'ê ya Amedê li BDP'a Amedê der barê amadekariyên hilbijartinan û serîlêdanên ji bo Şaredariya Mezin a Amedê û şaredariyên navçeyan de civîneke çapemeniyê li dar xist. Endamê Komîsyona Hilbijartinan a BDP'ê Mehmet Emîn Yilmaz diyar kir ku di civînên delegasyonan ên 10 rojan de 5 hezar kes ji bo bibin delege serîlêdan kirine û armanca wan 10 hezar kes in. Yilmaz di dewama axaftina xwe de diyar kir ku mirov nikare hilbijartinan ji pêvajoya çareseriyê ya Rêberê PKK'ê pêş xistiye cuda bigire dest û wiha got, "Bi vê wesîleyê hatiye fêmkirin ku faktora herî girîng a pirsgirêka kurd çareser bike yekîtiya kurdan e. Dîsa helwesta di vê hilbijartinê de were destgirtin wê di çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk de wek piştgiriyekê bê fêmkirin. Ji ber vê sedemê girîng û dîrokî ne."

'EM WEK PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ BIGIRIN DEST'

Yilmaz di dewama axaftina xwe de got ku wê hilbijartinên 2014'an wek pêvajoya çareseriyê bi nav bikin û xeta azadiyê ya jin di pratîka rêveberiyên herêmî de damarekî girîng e. Yilmaz wiha dirêjî da axaftina xwe, "Ne tenê ji bo civaka kurd, tecrûbeyeke ku civaka Rojhilata Navîn û cîhan bandor kiriye û bal kişandiye ser xwe ava kiriye. Di rêveberiyê de cihgirtina jin mecbûriyetek e. Li ser esasê rêvebername û biryarên partiya me ji bo jinan herî kêm ji sedî 40 wê kota li ber çavan bê girtin."

Yilmaz, di dawiya axaftina xwe de da xuyakirin ku heta niha ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê gelek serîlêdan çêbûne; lê heta niha tu parlamenterên jin ên BDP'yî sêrîlêdan nekirine.