BDP’ê êrîşa gardiyanan a li dijî girtiyan xist rojeva Parlamentê
BDP’ê êrîşa gardiyanan a li dijî girtiyan xist rojeva Parlamentê
BDP’ê êrîşa gardiyanan a li dijî girtiyan xist rojeva Parlamentê
BDP’ê bûyera bi serê girtiyê bi navê Erkîn Kocaman ê li Girtîgeha Tîpa F ya Kirikkale tê ragirtin, ku rastî êrîşa 10 gardiyanan hat û dûre bi wî halê xwe yê birîndarbûyî li hucreyê hat bicihkirin, ji Wezîrê Edaletê Sadûllah Ergîn pirsî.
Parlementerê BDP’ê yê Mêrsînê Ertûgrûl Kurkçu, êrîşa 10 gardiyanan li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya li Erkîn Kocaman kirin, ku li pêş çavê parêzer li wî dan, xist rojeva Parlamentê.
Kurkçu di pêşniyar pirsa ji bo bersivdayîna Ergîn de bibîr xist ku Kocaman nexwestiye hevdîtina wî ya li gel parêzerê xwe ji aliyê ti kesên din ve bê dîtin, şopandin û guhdarîkirin, lewma xwestiye li cihekî cuda hevdîtinê bike, lê ev daxwaza wî bi lêdana fîzîkî ya gardiyanan hatiye bersivandin.
Parlamenterê BDP'ê Kurkçu diyar kir ku Kocaman di encama êrîşê de birîndar bûye û bi birîndarî ew xistine hucreyê. Kurkçu ji Wezîr Ergîn pirsî ka wê der barê bûyerê de lêpirsînê bide destpêkirin an na.
Kurkçu wekî din ev pirs li Ergîn kir: "Cihê hevdîtinê ji her kesî re hatiye vekirin û her kes bi hêsanî dikare hevdîtinê bişopînê û lê guhadarî bike. Ev yek li gorî kîjan qanûn û mevzûatê ye? Ev rewşa cihê hevdîtina ku dikarin bi hêsanî were şopandin, ji bilî girtîgeha Kirikaleyê li girtîgehên din ên ser bi Wezareta we ve heye yan na? Li kîjan girtîgehên ser bi Wezareta we ve, di hevdîtinên bi parêzeran re de amûrên qeydkirinê yan jî kamera tên bikaranîn?"