BDP’ê êrîşa Artêşa Tirk a li dijî Rojava ji Erdogan pirsî

BDP’ê êrîşa Artêşa Tirk a li dijî Rojava ji Erdogan pirsî

Wekîla serokê Koma BDP’ê û parlamentera Idîrê Pervîn Buldan, bomeberana artêşa tirk di 16’ê Îlonê ya li gundê Susikê ya girêdayê Serêkaniyê bi pêşniyarpirsekê bir meclisê. Bulan ji Erdogan pirsî û got: “Armanca vê mudaxaleyê û hinceta wê ya hiqûqî çiye?”

Buldan ji bo ku serokwezîrê tirk Erdogan bi bersivîne pêşniyarpirsek dan û got: “Li gorî nûçeyên ku di çapemeniyê de hatin weşandin, bi şerê navxweyî yên li Sûriyeyê didome re li dijî komkujiyên ku hêzên çeteyan pêk tînin, hêzên YPG’ê ket nava pevçûnê û piştî pevçûnê El Nusrayê wendahiyên mezin dan.  Tê îdiakirin ku bi armanca piştgriya bo El Nusra ji Qerekola Numan Beg ya Akçakaleyê, bi top û tanqên giran li hemberî mewiziyên YPG’ê êrîş pêk hatine û piştî van êrîşan 3 şervanên YPG’ê jiyana xwe jidest dane.

Di pêşniyarpirsê de wiha hat gotin: “Der barê mijarê de ji aliyê Fermandariya Giştî ya YPG’ê ve daxuyaniyek hat dayîn û hat diyar kirin ku ev îdia rastin û ji Tirkiye ji vê bûyerê berpirse. Her wiha hişyariya bila êrîşan bi dawî bikin kiribû.”

Bulan ev pirs ji Erdogan pirsî:

Li gorî îdiayan, ji qerekolên deriyê sînor yên Tirkiyeyê, mewziyên YPG’ê hatine bombebarankirin. Gelo ev îdia rastin? Ger rast bin armanca vê mudaxaleyê çiye û hinceta wê ya hiqûqî çi ye?

Ligel ku ev îdiayên mijara gotinê ne rastin jî, gelo qet nayê fikirîn ku ev êrîşên li dijî YPG’ê pêk tên li dijî pêvajoya agirbest û diyalogê ne û zirarê dide pêvajoyê?

Gelo îdiayên ku Tirkiye piştgiriyê dide El Nusra û  ÎŞÎD’ê ku girêdayê El Qaîdeyê ne û ligelek welatên cîhanê bi seden kesê sivîl qetiklirine, rastin an na? Armanca vê piştgiriyê çiye?